Li Zaxoyê 64 projeyên veberhênanê bi 1.08 milyar dolar hatine cibicîkirin

Zaxo (K24) – Di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, kerta veberhênanê li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê geşedaneke mezin bi xwe ve ditiye. Niha li herêmê bi budçeya milyarek û 80 mîlyon dolarî 64 projeyên cuda hatine cibicîkirin ku rûyê bajêr diguherînin.

Li Zaxoyê di warê geştûguzar û aboriyê de pêngavên bêhempa tên avêtin. Yek ji projeyên herî balkêş, qonaxa duyem a Kornîşa Zaxoyê ye ku li ser rûbarê Xabûrê tê avakirin. Ev projeya ku rûyê geştiyariyê yê bajêr nû dike, bi sermayeya 6.5 mîlyon dolarî li ser rûberê 2 hezar donim erd tê cîbicîkirin.

Di çarçoveya projeyê de, 60 koşkên bazirganî, 13 xwaringeh û kafeyên bi markayên Navdewletî, holeke mezin a lîstikan, parkên seyrênê û qadên rawestana otombîlan û îstemên nûjen ên ronahîkirinê û geştiyariya deryayî (belem) hene.

Endazyarê projeyê Salar Şewket derbarê hûrguliyên xebatan de diyar kir, ev proje ji projeyên din ên herêmê cuda ye û dê bibe navendeke girîng a balkişandina geştyaran. 

Encamdana van projeyan ne tenê di warê çêkirina avahiyan de, lê di warê kêmkirina bêkariyê de jî roleke sereke lîstiye. Li gorî amarên fermî, di nava çar salên dawî de bi rêya van projeyan ji bo zêdetirî 3 hezar û 800 kesan derfeta kar hatiye peyda kirin. Balkêş e ku ji sedî 85’ê karkerên di van projeyan de dixebitin, xelkê herêmê ne.

Karkerên di projeyê de kar dikin, kêfxweşiya xwe bi hebûna van derfetan tînin ziman. Karker Ebdulah Reşîd got: "Em rojane li vir dixebitin. Carinan 50, carinan 60 an 70 kes li ser vî karî ne. Ev projeyên geştûguzariyê ji bo me bûne deriyê nan."

Karker Arif Adil dibêje: "Alhemdulîlah kar heye. Em li vir karê sîstema agirvemirandinê, rader û karên metalî dikin. Hebûna van projeyan barê me sivik kiriye."

Di serdema Kabîneya Nehem de, bi giştî 64 projeyên veberhênanê hatine destpêkirin. Ji van projeyan 32 jê bi temamî bi dawî bûne û xebatên li ser 32 projeyên din jî bi lez berdewam dikin. Ji sedî 40’ê van veberhênanan di kerta geştûguzariyê de ne, ku ev yek nîşan dide Zaxo ber bi veguhertina navendeke geştûguzariyê ya navneteweyî ve diçe.