Mehmet Emîn Kardaş: Sedsala duyemîn a Komarê ne ya înkarê, divê bibe sedsala nasînê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKT) Mehmet Emîn Kardaş, bi peyamekê bal kişand ser sedsaliya Peymana Lozanê û diyar kir, pergala li Lozanê hatiye avakirin, gelê Kurd rûbirûyî sedsaleke înkar û zextan kiriye.
Bi boneya salvegera Peymana Lozanê (24’ê Tîrmeha 1923), Serokê Giştî yê PDKT’ê Mehmet Emîn Kardaş peyamek belav kir. Kardaş destnîşan kir ku her çend li Tirkiyeyê Lozan wekî “serkeftineke mezin” û mîsogeriya serxwebûnê tê dîtin jî, ji bo Kurdan bûye destpêka pêvajoyeke dijwar a bêmafiyê.
Peyama Serokê Giştî yê PDKT’ê Mehmet Emîn Kardaş:
Di 24’ê Tîrmeha 1923’an de Peymana Lozanê hat îmzekirin. Ji wê demê heta niha zêdetirî sed sal derbas bû. Li Tirkiyeyê Lozan pir caran tenê wekî “serkeftineke mezin” tê pênasekirin.Bêguman, Lozan peymaneke girîng e ku serxwebûna Tirkiyeyê di qada navneteweyî de piştrast kir. Lê dîrok tenê dîroka dewletan û serketiyan nîne. Dîrok di heman demê de dîroka gelan, civakan û ezmûnên wan e.
Ji ber vê yekê, îro divê em vê pirsê bipirsin:
Pergala siyasî ya ku li Lozanê hat avakirin, gelo hemû gelên ku li van welatan dijiyan bi rastî wekî hemwelatiyên wekhev hat qebûl kirin?
Ji bo Kurdan ev pirs girîngiyeke taybet heye.
Di salên Şerê Rizgariya Neteweyî de, gelên cuda yên Anatolya û Mezopotamyayê, bi taybetî Tirkan û Kurdan, li dijî dagirkeriyê bi hev re şer kirin. Kurdan hem di dîroka van welatan de, hem jî di pêvajoya avakirina Tirkiyeyê de cih girt.
Lê gelê Kurd, ku di pêvajoya avakirinê de hebû, piştî damezrandina Komarê çima bi nasnameya xwe nayê dîtin?
Nasname û zimanê Kurdî bi salan hat înkarkirin. Kurd ji bona ku bi nasnameya xwe siyasetê bikin, çanda xwe bijîn û zimanê xwe serbest bi kar bînin, bi gelek zextan re rû bi rû man.Bi înkarkirina hebûna gelêk î nikarin pirsgirêka wî gelî ji holê rakin.Bi qedexekirina zimanekî nikarin mirovên ku wî zimanî diaxivin ji holê rakin.Bi redkirina nasnameyekê nikarin dîroka mirovên xwedî wê nasnameyê jê bibirin.
Îro nîqaşkirina Lozanê ne yê wateya înkarkirina serxwebûna Tirkiyeyê. Ne jî tê wateya redkirina hebûna Komarê.
Pirsgirêka bingehîn ev e:
Komarek ku tê gotin ku bi hev re hatiye avakirin, çima li ser bingeha wekheviya hemû gelan nehatiye avakirin?
Pirsîna vê pirsê ne parçebûn e.
Pirsîna vê pirsê ne dijminatî ye.
Pirsîna vê pirsê lêgerîna li beramberî dîrokê û li pey dahatûya rêke huquqî ye.
Em Kurd li dijî dîroka gelê Tirk nînin. Lê em jî razî nînin ku dema dîroka Tirkan tê vegotin, dîroka Kurdan were inkâr kirin.
Em dixwazin Tirkiye li ser bingeha wekheviyê nasnameya Kürd di zagona bingehîn de were pejirandin..
Em ne dixwazin li ser gelê din serweriyê bikin; em dixwazin bi nasnameya xwe azad bijîn.
Şerê me ne ji bo ku geleki ji geleki din bilindtir bike ye ji bo avakirina pergalekê ye ku tê de tu gel li ser gelê din ne serwer be. Sed sal û zêdetir dîroka Lozanê dersa girîng şanî me dide:Nasîna serxwebûna dewletekê girîng e. Lê ku hemû gelên ku di nav sînorên wê dewletê de dijîn xwedî mafên wekhev bin, ew jî pir girîng e.
Em divê vê bi pirsin, bersiv bê dayin
Kî winda kir?
Kî bêdeng hat kirin?
Kî hat înkarkirin?
Dîroka kîjan gelan ji dîroka fermî hat derxistin?
Dahatûya Tirkiyeyê nikare li ser bingeha înkarkirina rabirdûyê were avakirin.Sedsala duyemîn a Komarê divê ne sedsala înkarkirinê, lê sedsala nasînê be; ne sedsala yekçîti yê be, lê sedsala pirrengî û piralîtiyê be; ne sedsala ferzkirinê, lê sedsala lihevhatina wekhevî û dadî be.
Em naxwazin dîroka kesên din înkar bikin.
Lê em razî jî nînin ku dîroka me were înkarkirin.
Ji ber ku demokrasîya rastîn li cihê ku her kes dikare çîroka xwe vebêje dest pê dike