Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gotegotekê red dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hemû ew nûçe û gotegotên ku dibêjin firokxane bi şev tê girtin an jî geştên bi şev hatine guhertin, bi tundî red kirin.

Rêveberê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24’ê re ragihand, nûçeyên derbarê rawestandina geştên bi şev an jî veguhastina wan ji bo dema rojê, dûrî rastiyê ne û ti bingeheke wan a fermî nîne.

Ehmed Hoşyar destnîşan kir, firokxane bi awayekî asayî bi rûyê geştiyaran de vekirî ye û wiha got: “Dibe ku kompanyayên firokxaneyê ji ber sedemên teknîkî demên geştên xwe biguherînin, ev yek rewşeke asayî ye. Lê belê ti biryareke fermî ji bo qedexekirina geştên bi şev an jî veguhastina wan nehatiye dayîn.”

Hoşyar careke din tekez kir, asmanê Hewlêrê bi tevahî vekirî ye û firokxane pêşwaziya kompanyayên firokeyan û geştiyaran dike.

Derbarê derengketin an jî rawestandina hin geştên asmanî ji aliyê çend kompanyayan ve, Rêveberê Firokxaneyê diyar kir ku kompanya carinan ji ber sedemên xwe yên taybet û teknîkî geştên xwe bi awayekî demkî radiwestînin.

Ehmed Hoşyar aşkere kir ku niha hin kompanyayan geştên xwe dane sekinandin, lê di rojên pêş de ew ê bi awayekî asayî dest bi geştên xwe bikin û vegere rewşa berê.