Li Iraqê toreke metirsîdar a sextekariyê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Destpakiyê ya Iraqê ragihand ku tîmên wan li parêzgeha Dîwaniyeyê kariye toreke metirsîdar a sextekariyê bigirin, ku ji karmend û parêzeran pêk dihatin. Karê vê torê destdanîna li ser zeviyan û wergirtina qerzên neqanûnî bûye li çend parêzgehên cuda cuda.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Desteya Destpakiyê, di vê operasyonê de 13 tohmetbar hatine girtin. Vê komê 243 karûbarên wergirtina qerzan bi rêya piştgirî û rehîneyên sexte di nav 12 bankên hikûmî de li çend parêzgehan bi rê ve biribûn. Herwesa 13 perçeyên erdî bi awayekê neqanûnî bo kesên wesa wergirtibûn, ku mafê wan ê wergirtinê tune bû û ne xelkê wê parêzgehê bûn; ev kar jî bi rêya sextekirina piştgiriyên akincîbûnê û wêneyên tomaran (sûret qeyd) hatiye kirin.

Tîmên lêkolînê dest daniye ser zêdetir ji hezar nivîsar û belgeyên sexte, ku ji van pêk dihatin: Zêdetir ji 600 piştgiriyên akincîbûnê û wêneyên tomarên sexte, nasnameyên rewşa şaristanî (nasnameya kesatî) yên sexte bo kesên sax û mirî, nivîsarên sexte yên arastekirî bo Saziya Şehîdan, Desteya Xanenişîniyê, Komîteya Madeya 140ê û Çavdêriya Civakî, herwesa sextekirina barkodên vîzeya elektronîk bo welatên dervayî Iraqê ji aliyê karmendekî pispor ve.

Desteya Destpakiyê eşkere jî kiriye ku hejmara giştî ya wan qerz û erdên ku bi rêya vê sextekariyê kar li ser hatiye kirin, bihayê wan digihîje zêdetir ji 4 milyar dînarên Iraqî.

Bi biryara dadwerê lêkolînê yê Dîwaniyeyê, nîşaneya destdanînê li ser 13 xanî û erdan hatiye danîn û rênmayiyên tomarkirina wan (temlîkkirin) hatine rawestandin. Herwesa hemî tohmetbar hatine girtin û lêkolîn berdewam in, daku hemî kesên tevlîbûyî û alîkar di vê dozê de bên eşkerekirin.