Li Enqereyê lehî rabû; mala malbateke Kurd di bin avê de ma

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, li serê sibehê barana xurt bû sedema lehiyê û gelek mal û cihên kar di bin avê de man. Li navçeya Çankayayê jî mala malbateke Kurd kete bin avê ku di dema karesatê de dayik û du zarokên xwe di hundir de asê mabûn. Malbat niha daxwaza alîkariyê dike û diyar dike ku ev cara duyê ye di nav sê salan de rûbirûyî vê karesatê dibin.

Duhî duhî (Şemî, 25ê Tîrmeha 2026ê) li Enqereyê, bi daketina pileyên germahiyê re barana xurt dest pê kir û bû sedama lehiyan. Gelek rê, cihên kar, mal û park bi temamî di bin avê de man û dîwarên hin dibistanan jî hilweşiyan. Taşteyek ji hundirê mala malbateke Kurd nîvco maye, ku li Taxa Aşik Paşayê ya navçeya Çankayayê dijîn, di encama barana xurt de mala wan bi temamî di bin av û heriyê de maye.

Besîme Dorak a ku ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye û di dema lehiyê de ligel du zarokên xwe di hundirê malê de asê mabû, behsa wan kêliyên bitirs dike. Her çiqasî ava hundirê malê hatibe kişandin jî, lehiyê karesateke mezin a mirovî li pey xwe hiştiye.

Welatiya Kurd Besîme Dorak ji K24ê re got: “Zilamê min dişûxilî, şevê din nehatibû malê û li nobedê bû. Saet 06:00 baranê dest pê kir û saet 07:00 gelek xurt lê kir. Me derî vekir, hemû av hate jor. Ez û her du piçûk li ser balkonê man, me nikarîbû biçin tu cihan û em asê man.”

Besîme Dorak herwesa got: Piştre me telefonî îtfaiyeyê (tîmên agirkujiyê) kir. Îtfaiye hat, derence danîn û em ji wir birin. Xwedê dizane zirara me gelek e. Çi tiştê me nemaye; kelûpelên me yên elektronîkî û hemû tişt çûn. Niha cih nîne em lê bimînin, ne xanî ye ne tiştek e. Ji xwe em kirêdar bûn, ev der ne milkê me bû. Em mane bê xanî.”

Sedat Dorakê ku di dema lehiyê de li ser kar bû, dide zanîn ku beriya sê salan careke din jî mala wan di bin avê de mabû û niha dîsa bi heman karesetê re rûbirû mane û nema dikarin tu kelûpelekî bi kar bînin.

Welatiyê Kurd Sedat Dorak got: “Nêzîkî sibehê, saet 07:00 bû ku lehî çê bû. Ez li ser karê şevê bûm û min nikarîbû bêm. Min telefonî îtfaiyeyê kir, hatin û hemû rizgar kirin. Zirara me gelek e, em dixwazin mirovên xêrxwaz alîkariyê bi me re bikin û duayan ji bo me bikin. Rewşa me gelek nebaş e.”

Her çiqasî ji aliyê endamên şaredariyê û tîmên hawarçûnê ve ji bo tespîtkirina ziraran raport hatibin girtin jî, malbat daxwaz dike ku alîkarî zûtir bigihîjin wan. Ji ber ku li gorî hişyariyan, dê barîna baranê hêj berdewam bike û ev yek jî tirs û fikarên lehiyeke din zêde dike.