Biryarên civîna Serokê Hikûmetê û Wezareta Samanên Sirûştî derbarê nirxê benzînê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina kêşeya kêmî û bihabûna benzînê civîneke taybet encam da û tê de çend biryarên giring di berjewendiya welatiyan de hatin dayîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 27’ê Tîrmeha 2026’an, serperiştiya civîneke taybet kir ku tê de kêşeya sotemeniyê hat gotûbêjkirin. Serokwezîr Wezareta Samanên Sirûştî û aliyên peywendîdar raspartin ku di zûtirîn dem de, vê kêşeyê çareser bikin bi awayekî ku berjewendiya welatiyan were parastin.

Di civînê de ev biryarên li jêr hatin dayîn:

- Nirxê benzîna "Normal" a ku ji aliyê hikûmetê ve piştgirî lê tê kirin, wekî nirxê niha dimîne. Ev benzîn dê li wan benzînxaneyan were dabeşkirin ku pabendî rênimayên Wezareta Samanên Sirûştî ne, da ku kontrol li ser nirx û kalîteyê hebe.

- Ji bo ku qazancên nerewa neyên kirin, dê nirxê benzîna "Super" û "Muhesen" ji nû ve were nirxandin, da ku ligel bazara Herêmê guncayî be. Herwiha dê ji bo anîna wan madeyên kîmyewî yên ku ji bo berhemanîna van her du cureyên benzînê tên bikaranîn, hêsankariyên zêdetir werin kirin.

- Daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê tê kirin ku pişka petrola xav a ji bo Herêma Kurdistanê zêde bike. Niha rojane 50 hezar bermîl petrola xav tê şandin, lê daxwaz tê kirin ku ev rêje li gorî rêjeya nifûsa Herêmê (%12.67) bibe 126.7 hezar bermîl.

- Di civînê de biryar hat dayîn ku bi tundî rê li ber her cure qorxkariyê di warê sotemeniyê de, bi taybetî di warê benzînê de, were girtin.