Keçên Qamişloyê tevlî lîga futbolê ya Rojavayê Asyayê dibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Yaneya Hîlalê ya Futbolê ya Xaniman ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê li Urdinê pişkdariyê di qehremaniya yaneyên Rojavayê Asyayê de dike, ev jî dibe pişkdarîkirina wan a yekê di qehremaniyên derveyî Sûriyeyê de.
Xanimên Hîlalê kampeka rahênana li Şamê dest pê kiriye, dixwazin di qehremaniya Rojavayê Asyayê de cîhê tiliyên xwe binexşînin; ji bo vê meremê jî, çend yarîzanên helbijartiya niştimanî ya Sûriyeyê tevlî rêzên xwe kirine.
Xanimên Yaneya Ehlî qehremana xola Sûriyeyê ku ji Qamişloyê hatine da ku nûtirîn qebxwaziya li beranberî xwe di qehremaniya yaneyên Rojavayê Asyayê de li Urdinê biceribînin. Yaneya Hîlalê ya Xaniman dixwaze xwe wekî qehreman nîşan bide û nasnavên navxweyî derbaz bike, ji ber ku ev pişkdariya wan a yekê ye li derveyî welat di dîrokê de.
Rahênera Hîlalê Dîlan Xalid di vî warî de dibêje: “Di çarçoveya amadekariyên xwe de, Yaneya Hîlalê kampeka rahênanan ya berfireh bo dema 10 rojan li Şamê vekir; bala wan li ser aliyê hunerî û şiyana laşî û zêdekirina hevahengiyê di navbera yarîzanan de bû, bo nehêlana wan arêşeyên ku di dema borî de hebûn. Hîlalê bi anîna hejmareka stêrên helbijartiya niştimanî ya Sûriyeyê rêzên xwe bihêz kiriye.
Feryal Mistefa û Aya Mihemed ku yarîzan in dibêjin: “Yaneya Hîlalê dest bi qehremaniyê dike, bi rûbirûbûneka bihêz ligel yaneyên bihêz ên navçeyê. Xanimên Qamişloyê dixwazin alengariyan bibirin û cîhê tiliyên xwe di dîrokê de binexşînin; ev yek jî di rahênanên giran û daxwazên wan de diyar dibe.”