Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend peyam pêşkêş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 27ê Tîrmeha 2026ê) di konferanseke rojnamevaniyê de behsa hejmareka pirsên giring ên navxweyî û herêmî dike.
Parek ji gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
- Girjî û aloziyên deverê bi dawî nehatine û tirs û fikar bo hemî aliyan çê kiriye. Em wekî Herêma Kurdistanê ligel çareseriya aştiyane û bidawîhatina aloziyan in.
- Herêma Kurdistanê ti demekê parek ji aloziyên deverê nebûye lê mixabin rojane bi dron û mûşekan êrîşî ser Herêma Kurdistanê tê kirin.
- Me daxwaz kiriye ku sîstema berevaniya asmanî jibo Herêma Kurdistanê bê dabînkirin, lê mixabin heta niha ew sîstem bo me nehatiye dabînkirin.
- Parek ji wan dronên ku di çend rojên borî de arasteyî herêma Kurdistanê hatibûn kirin ji Mûsilê hatibûn arastekirin.
- Ez spasiya xelkê Herêma Kurdistanê dikim û dizanim Herêma Kurdistanê bûye parek ji wan qeyranên ku dever vegirtiye. Ez piştrast im ku di demeke nêzîk de ev qeyran jî dê bidawî bibin.
- Girtina Tengava Hurmizê qeyraneka aborî li deverê çê kiriye û em amade ne ku hemî hevkariyan ji bo hikûmeta Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bikin, ji bo dîtina çareseriyan.
- Me hemî pabendiyên xwe yên li beranberî hikûmeta federal a li ser mûçeyan bi cih anîne, lê rewşa deverê bûye sedema kêmbûna dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê, ji ber wê yekê em daxwaz dikin Bexda pêdaçûnê di biryara berê ya radestkirina 120 milyar dînaran de bike.
- Me ji aliyê siyasî û ewlehî ve hevahengiyeka baş ligel hikûmeta federal heye.
- Ez daxwazê ji partî û aliyên siyasî dikim ku Parlamentoya Kurdistanê çalak bikin û pêngavan ber bi pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ve biavêjin.
- Em elektrîka 24 saetî ji bo hemî xelkê Herêma Kurdistanê dabîn dikin û karên projeya "Rûnakî"yê gelek baş bi rê ve diçin.
- Rawestandina karên kompanyaya "Dana Gas"ê li zeviya Kormorê bûye sedema kêmbûna berhemhatina gaz û elektrîkê. Di rojên bê de em dê ji bo zêdekirina berhemhatina gazê kar bikin.
- Qeyrana deverê bandor li ser nirxê sotemeniyê li Herêma Kurdistanê kiriye.
- Me daxwaz ji Bexdayê kiriye ku para Herêma Kurdistanê ji sotemeniyê dabîn bike.
- Rojane 50 hezar bermîlên petrolê bo pêdiviyên navxwe tên dabînkirin û em daxwaz dikin ku 70 hezar bermîlên din jî ji aliyê hikûmeta federal ve wekî para Herêma Kurdistanê bên dabînkirin.
- Me daxwaz ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî kiriye ku pêdaçûnê di nirxê benzînê de bike û çareseriyeka guncayî ji bo arêşeya benzînê bê dîtin.
- Heta niha dema civîna di navbera PDK û YNKê de nehatiye diyarkirina û ji îro ve em wekî PDK amade ne ku ligel her aliyekî bicivin, ji bo çalakkirina parlamentoyê p pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
- Ji ber girtina Tengava Hurmizê, dahata hikûmeta Iraqê jî gelek kêm bûye; pêştir rojane çar milyon bermîl hinarde dikirin lê niha rêjeyeka gelek kêmtir hinarde dike. Lê tevî vê yekê jî, dabînkirina mûçeyan li ser milên hikûmeta federal e.
- Hindî ku ez haydar im, hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Elî Zeydî niyeta çareserkirina arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye.
Tê nûkirin…