Ozgur Ozel: Zêdetirî 200 şaredarî tevlî ‘Yeni Parti’ dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Yeni Parti Ozgur Ozel, ku piştî veqetîna ji Partiya Gel a Komarî (CHP) partiya xwe ava kir, ragihand ku zêdetirî 200 şaredarî dê tevlî refên wan bibin.
Ozgur Ozel di bernameya "Halk TV" de diyar kir, wan li ser daxwaza gel partiyeke nû ava kiriye û got: "Ji sibê ve, zêdetirî 200 şaredarî dê îradeya xwe nîşan bidin ku tevlî Yeni Parti bibin. Ev partî li ser riya desthilatdariyê ye."
Ozel destnîşan kir, wan "banê camîn" ê %25 ê CHPê derbas kiriye û niha armanca wan a sereke %50+1 e. Herwiha got: "Siyaseta me, siyaseta cemsergeriyê red dike. Em rêzê li hemû baweriyan digirin û parastina azadiya cilûbergan dikin. Yeni Parti, partiya çareseriyên mayînde ye."
Ozgur Ozel rewşa xwe û hevalên xwe bi fermandarê dîrokî Tariq bin Ziyad ve berawird kir û got: "Min ji hevalên xwe re got; li paş me derya û li pêş me dijmin heye. Êdî riya vegerê ji bo me nemaye. Siyaset li benda kesî namîne, lewma em bi Yeni Parti (Partiya Nû) birê ketine."
Li ser Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş û Şaredarê Edeneyê Zeydan Karalar jî, Ozel got ku wî bang li Mansur Yavaş nekiriye ku tevlî wan bibe, lewma divê kes tometan lê neke. Derbarê Zeydan Karalar de jî diyar kir ku peywendiyên wan gelekî xurt in û ti kes nikare bikeve navbera wan.
Ozgur Ozel aşkere kir, wan damezirandina teknîkî ya partiyê bi parlamenterên xwe re temam kiriye, lê damezrandina siyasî ya fermî dê di kongreya ku di meha Tebaxê an jî Cotmehê de were lidarxistin, pêk were.