Omêd Sebah: Ji aliyê Zeydî ve nîşanên baş beramberî Herêmê hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, li ser daxwaza Mesrûr Barzanî, kar ji bo saziyîkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê tê kirin, da ku pirsgirêk di rêya desteyeke hevahengiyê ya herdemî re werin çareserkirin. Herwiha aşkere kir ku Herêmê amadekariyên budceya 2027an kiriye ji bo cudakirina mûçeyan ji dosyeya budceyê û sererastkirina xerciyên nîştimanî; ev di demekê de ye ku dahata navxwe bi sedema şerê li navçeyê pir kêm bûye. 

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah îro 27ê Tîrmeha 2026an di hevpeyvîneke taybet de di bernameya "Basî Roj" a kanala Kurdistan24ê de ragihand: "Hevahengiyeke me ya pir baş bi hikûmeta nû ya Iraqê re di warên ewlehî, kargêrî, darayî û sektorên din de heye; ev jî ji encama hevtêgihiştin û hevahengiya navbera her du serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Iraqê pêk hatiye."

Sazîyîkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê

Omêd Sebah bal kişand ser hewildanên Herêmê ji bo derbasbûna ji şêwazê kevin ê peywendiyan û ragihand: "Em dixwazin peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê bi temamî bikin saziyî. Ev li ser daxwaza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû ku di serdana xwe ya dawî ya bo Bexdayê de pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî kir; bi mebesta ku êdî pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya lîjneyên demkî neyên çareserkirin, lê belê bi şêwazekî sazîyî be û bi rêya avakirina desteyeke hevahengiyê ya herdemî be di navbera Herêm û Iraqê de ku her sê mehan carekê civîna xwe pêk bîne ji bo xurtkirina peywendiyan. Serokwezîr û berpirsên Iraqê jî pêşwaziyeke germ li vê bîrdozeyê kirin."

Herwiha aşkere kir, wan daxwaz kiriye ku di her çar encûmenên pispor ên Iraqê de, nûnerekî Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hebe. Herwiha daxwaz hatiye kirin ku salê carekê her du encûmenên wezîran ên Herêm û Iraqê civîneke hevbeş pêk bînin. Sebah got jî: "Divê em ligel hikûmeta Iraqê ji qonaxa pirsgirêkan derkevin û herin qonaxa sûdwergirtina ji derfetên stratejîk."

Omêd Sebah tekez kir, ew hêvîdar in di vê kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de, bi ti şêweyî serederiyên siyasî ligel daxwaz û mafên destûrî yên gelê Kurd neyê kirin. Amaje bi wê yekê jî kir, ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve nîşanên pir baş hatine dîtin, bi taybetî di mijara mûçeyan û dabînkirina alîkariyê de ji bo Herêma Kurdistanê di dema qeyrana dawî ya gaz û petrolê de.

Yasaya Bingehîn (Destûr) û şayisteyên darayî yên budceya 2027an

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, derbarê ziyanên budceya borî de ronahî da û got: "Herêma Kurdistanê ji ber biryara diyarkirina yasaya budceya sêsalî ji aliyê hikûmeta berê ya Iraqê ve ziyaneke mezin dît; bi derbasbûna demê re jî derket ku hikûmeta federal a Iraqê bi xwe jî di vê biryarê de rastî ziyanê hatiye."

Aşkere kir jî, niha hikûmeta Iraqê mijûlî amadekariyên dariştina budceya sala 2027an e. Ji bo vê mebestê jî, Herêmê şandeke fermî bi beşdariya wezîrên samanên sirûştî, darayî û lîjneya çavdêriya darayî ya Herêmê diyar kiriye, da ku Herêma Kurdistanê bi şêweyekî çalak beşdar bibe di diyarkirina pişk û şayisteyên darayî de, berî ku projeyasa ji bo dengdanê pêşkêşî Perlemana Iraqê were kirin.

Omêd Sebah got: "Me bi fermî daxwaz kiriye ku di budceya sala 2027an de bi şêweyekî destûrî serederî bi Herêma Kurdistanê re were kirin. Pirsgirêka herî mezin di yasaya budceya Iraqê de dosyeya 'xerciyên serwerî' (siyadî) ye, ji ber ku ew xercî ji para giştî ya Herêm û parêzgehan têne birîn; lewma pêwîst e şêwazê darêştina budceya Iraqê were guhertin da ku bi awayekî dadperwerane para Herêma Kurdistanê were dabînkirin û ji bo vê mebestê jî me lêkolîneke pir hûr û tîkûz amade kiriye."

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê tekez kir: "Li gorî destûrê, pêwîst e Herêma Kurdistanê di dahata giştî ya welat de xwedî pareke dadperwerane be. Heke kar li gorî destûrê nehatin rêkxistin, divê em di vê şêwazê serederiya niha de reformeke bingehîn bikin; ya yekem, divê mijara 'xerciyên nîştimanî yên bilind' (serwerî) vegere ser şêwazê xwe yê rastîn; ya duyem, nabe bi ti şêweyekî cudakariyê serederî bi Herêma Kurdistanê re were kirin; ya sêyem, pêwîst e dosyeya mûçeyê fermanberan bi temamî ji dosyeya budceya giştî were cudakirin û li gorî yasaya bingehîn serederî bi Herêmê re were kirin. Me ji berpirsên Iraqê re gotiye, ne em ji ya di destûrê de hatiye kêmtir qebûl dikin, û ne jî em zêdetir daxwaz dikin." 

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku dema babet dibe mijara mûçe, budce û mafên Herêmê, hemû aliyên Herêmê bi yekdengî tên pêş û bertekên wan ên pir baş hebûne.

Serokê Dîwanê got, wan bi belgeyên fermî hemû şayiste û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê yên li cem hikûmeta Iraqê tomar kirine û di serdanên xwe yên bê de ji bo Bexdayê, ew ê bi awayekî cidî van mijaran bixin ber nîqaşê.

Birêvebirina darayî û kêmkirina dahata navxwe

Omêd Sebah sedema sereke ya berdewamiya projeyên Herêma Kurdistanê tevî qeyrana darayî, ji bo birêvebirina jêhatî û serperiştiya rasterast a Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî bi ser wezaret û birêvebiriyan de di birêvebirina qeyranan de vegerand.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê amarên darayî yên Herêmê pêşkêş kirin û got: "Dirêjbûna şerê li navçyê û nemana tevgera bazirganî bûn, sedem ku ji meha Adarê ve dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê ji 320 milyar dînaran bo tenê 86 milyar dînaran kêm bibe; her çend di meha Nîsanê de bo 106 milyar dînaran bilind bû û di meha Gulanê de jî gihîşt 123 milyar dînaran."

Herwiha rexne li serederiya darayî ya Bexdayê girt û got: "Heke ji bo nimûne em meha Gulanê wergrin ku dahata me 123 milyar dînar bû, hikûmeta Iraqê daxwaza 120 milyar dînaran ji me kir; min ji Wezîra Darayî ya Iraqê re got ku bi birîna vî pereyî, çawa dibe budceya kargêrî û xercî ji bo parêzgehan û îdareyên serbixwe were dabînkirin? Ma we budce ji bo kerta karebayê dabîn kiriye? Yan we ti pereyek ji bo dabînkirina gaza westgehên Herêmê pêşkêşî me kiriye? Lê mixabin me ti bersiveke guncayî û qanîker wernegirt."

Omêde Sebah her wiha amaje pê kir ku, tevî wî pereyê ku ji bo mûçeyan ji Bexdayê tê, Herêma Kurdistanê mehane 42 milyar dînarên din ji dahata navxwe terxan dike ji bo temamkirina mûçeyên fermanberan, lêçûnên kargêrî yên navxwe yên saziyan, pêdiviyên westgehên karebayê û projeyên din; ev jî nîşana serederiyeke neheq û neasayî ye beramberî Herêma Kurdistanê.

Sîstema elektronîk a gumrikê (ASYCUDA) û pirsgirêkên bazirganan

Derbarê cîbicîkirina sîstema gumrikê ya ASYCUDA de, Omêd Sebah got: "Ti pirsgirêkên me bi cîbicîkirina sîstemê re nîne, lê pirsgirêka me bi şêwazê birêvebirina wê re hebû. Çimkî sîstem ji bo welatekî navendî hatibû dariştin ku rola Herêma Kurdistanê li dergehên sînorî lawaz dikir. Lê me ji wan re aşkere kir ku li gorî yasaya bingehîn, birêvebirina dergehên sînorî erkekî hevbeş e di navbera her du aliyan de, bi vî awayî me karî em sîstemê ji ya navendî, veguherînin sîstemeke federal."

Herwiha aşkere kir ku niha tenê du mijar ji bo çareserkirinê mane ku ew jî dahata gumrikê ne, ku di peywendiya dawî ya navbera Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî de li ser li hev kirine. Herêmê daxwaz kiriye ku sîstema ASYCUDA ji bo demekê bi awayekî ezmûnî bête cîbicîkirin, ku sê meh pêwîst in da ku li hemû dergeh û saziyan bête bicîkirin. Herwiha daxwaz hatiye kirin ku dorpêç û sînordarkirina dolar li ser bazirganan were rakirin û dolar bi nirxê fermî yê Banka Navendî bête dayîn bazirganên Herêmê.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran got jî: Niha em li benda hikûmeta Iraqê ne ji bo îmzekirina biryara dawî ya sîstemê, ku biryar e di demeke nêz de were îmzekirin. Derbarê dahata gumrikê ya navbera Herêm û parêzgehên din ên Iraqê de jî aşkere kir, piştî cîbicîkirina sîstema ASYCUDA, wan daxwaz kiriye ku hemû xalên kontrolê navbera her du aliyan werin rakirin. Her wiha lîjneyeke hevbeş jî ji bo yekalîkirina dosyeya dergehên sînorî yên nafermî hatiye avakirin.