Wezareta Elektrîkê: Di çend saetên bê de rewşa elektrîkê dê asayî bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê ragihand, proseya şandina gazê bo westgehên berhemanîna elektrîkê qonax bi qonax dest pê kiriye û di saetên pêş de dê asta elektrîkê li Herêmê zêde bibe.

Jêderekî ji Wezareta Elektrîkê îro 27’ê Tîrmeha 2026’an ji Kurdistan24’ê re aşkere kir, piştî dabînkirina gazê, niha asta gazê di hêlên westgehên berhemanîna elektrîkê de gav bi gav bilind dibe, ev yek dê di saetên bê de rasterast bandorê li ser zêdebûna saetên elektrîkê bike.

Heman jêderî bal kişand ser hûrguliyên kar û diyar kir, vegerandina gazê bo westgehan babetekî hunerî yê hûr e û pêdiviya wê bi çend rêkarên endazyarî û teknîkî heye. Ligel zêdebûna rêjeya gazê di hêlên veguhastinê de, asta berhemanîna elektrîkê jî dê qonax bi qonax were bilindkirin.

Herwiha diyar kir, vegerandina megawatên elektrîkê bo tora nîştimanî, rasterast bi gihîştin û cîgîrbûna gazê di stasyonên enerjiyê de ve girêdayî ye.

Ev geşedan piştî wê yekê tê ku ji ber kêmbûna gazê, berhemanîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê kêm bûbû û saetên dabeşkirina elektrîkê li ser welatiyan kêm bûbûn.