Pêşengeha wênesazê Kurd Ebdulmutelib Gardî li Stenbolê hat vekirin
Stenbol (K24) – Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê, pêşengeha wênesazê Kurd Ebdulmutelib Gardî bi merasîmekê hat vekirin. Di pêşengehê de 17 tabloyên wî yên nû hatin pêşkêşkirin ku giranî didin ser çand, xweza û jiyana Kurdewarî.
Wênesaz Ebdulmutelib Gardî derbarê xebatên xwe de ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Ez pir serbilind im ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçî mêvandariya min kir. Min 17 tabloyên xwe yên nû li vir nîşan dan. Di xebatên min de xeml, cil û berg û jiyana jinên Kurd pir diyar in. Armanca min a sereke ew e ku ez çanda Kurdî bi miletên cîhanê bidim naskirin."
Gardî bal kişand ser armancên xwe yên dahatûyê û diyar kir ku ew dixwaze piştî Stenbolê, tabloyên xwe li welatên Ewropayê jî nîşan bide da ku hunera Kurdî bigihîje asteke navdewletî.
Kuratorê pêşengehê Şerîf Yaşar, bal kişand ser giringiya hevdîtina hunermendên her du parçeyên Kurdistanê û got: "Li Başûrê Kurdistanê şêwaz û ekola hevalên me yên wênesaz rûniştiye û xwedî asteke bilind e. Em pir kêfxweş in ku îro li Stenbolê mêvandariya wan dikin. Bi rêya vê pêşengehê, hunermendên me yên li Bakur û hunermendên me yên ji Başûr hevdu nas dikin. Ev dibe pirek û hevahengiya hunerî xurt dike. Em hêvî dikin ku sala bê em jî karibin li Başûrê Kurdistanê pêşengehekê vekin."
Di tabloyên Ebdulmutelib Gardî de, sembolên kevnar ên Kurdî, motifên malên Kurdewarî û jiyana rojane ya bi rengên zindî hatine xêzkirin. Pêşengeh dê heta mehekê ji bo serdankeran vekirî bibe.