Sahil Kirmaşanî klîpa xwe ya nû bi navê "Kirmaşan Kirmaşan" belav kir
Sahil Kirmaşanî: Berhema min a nû neynika kûrahiya dîroka Kirmaşanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Xanima hunermend û stranbêj Sahil Kirmaşanî nûtirîn strana xwe ya bi navê "Kirmaşan Kirmaşan" bi awayê vîdyoklîpê belav kir û dibêje: "Ev berhema min nîşaneka kûr a heyranbûna min a bi dîrok û xweşiktiyên ecêb ên Kirmaşanê ye."
Xanima hunermend û stranbêj Sahil Kirmaşanî îro (Çarşem, 29ê Tîrmeha 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragehand: "Ev strana min a nû ji helbesta Keyxusrew Pûrnazirî ye û Cemal Nesîmî karê amadekirin û belavkirina mûzîka wê kiriye. Mûzîsyenên wê jî ji komeka orkestrayê pêk hatibûn, ku ew jî Cemal Nesîmî, Hêmin Siltanpûr, Seîd Pîrzad, Avan, Hawrê, Nesrîn Esedî û Yasemîn Emîrî ne."
Sahil Kirmaşanî herwesa got: "Têkelkirina hesta rastîn a hezkirina nîştiman ligel mûzîka folklorî, ev berhema nû afirandiye; berhemek ku wekî wefadariyekê bo rêzgirtina li bîranîna hunermendê koçkirî û dengê diyar ê Kirmaşanê, seydayê Hişmetullah Lornejad hatiye tomarkirin."
Xanima navborî behsa giringiya tomarkirina vê berhemê jî dike û dibêje: "Ev berhema min nîşaneka kûr a heyraniya min a bi dîrok û xweşiktiyên ecêb ên Kirmaşanê ye; bi taybetî zinar û nexşên li ser Çiyayê Bêstûnê û nexşê 'Şîrîna Nivstî' ku bi destê Ferhadê Kohken hatiye çêkirin û heta niha jî bala her bînerekî dikişîne."
Xanima hunermend û stranbêj Sahil Kirmaşanî ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Wê ji zaroktiya xwe ve dest bi stranbêjiyê kiriye, xwedana 8 trakan e û heta niha jî di karê xwe yê hunerî de berdewam e.