Trump: Em dê bi tundî êrîşî ser Îranê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku Waşinton dê bi tundî êrîşî ser Îranê bike û berpirsên Tehranê jî vê rastiyê dizanin. Hevdem eşkere kir ku Îranê daxwaza lêborînê jê kiriye, lê tevî vê yekê jî ew dê bi her awayekî be bi tund li wan bidin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Çarşem, 29ê Tîrmeha 2026ê) li Koçka Spî bersiva pirsên rojnamevanan da û got: "Îraniyan şeva borî 5 moşek avêtine, lê hemî moşekan wan hatine êxistin û pûçkirin."

Serokê Amerîkayê careka din gefên xwe dubare kirin û ragehand: "Em dê bi hêzeka pir mezin êrîşî ser Îranê bikin û berpirsên Tehranê jî haydarî vê gefê ne."

Hevdem Trump amaje kir: "Em dê bibînin ka di paşerojê de em dê ligel Îranê bigihin lihevkirinê yan na; lê Tehranê daxwaz ji min kiriye ku ez tu êrîşeka asmanî nekim ser wan."

Serokê Amerîkayê eşkere jî kir: "Îraniyan daxwaza lêborînê ji min kiriye û em niha ligel komeka cuda li navxweya wî welatî serederiyê dikin; lê tevî vê daxwaza lêborînê jî, em dê bi her awayekî be bi tundî li wan bidin."

Di pişkeka din a daxuyaniya xwe de, Donald Trump got: "Ez bi tevahî haydarî wê êrîşê me ya ku li ser keştiya Amerîkayê li welatê Misrê hatiye kirin."