Mesrûr Barzanî: Em daxwaza para destûrî ya Herêma Kurdistanê ji petrola Iraqê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku wan îro serperiştiya civîna Encûmena Wezîran kiriye, û di wê civînê tekez li ser mafê destûrî yê Herêma Kurdistanê bo wergirtina para xwe ji petrola navxweyî ya Iraqê li gorî rêjeya şêniyan kiriye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 29ê Tîrmeha 2026ê) peyamek belav kir û tê de diyar kir ku îro serperiştiya civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê kiriye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye: “Encûmena Wezîran tekez li ser mafê destûrî yê Herêma Kurdistanê kir, ji bo wergirtina para xwe ji wê petrola ku ji bo bikaranîna navxweyî li ser asta Iraqê hatiye terxankirin, li gorî hejmara şêniyan.
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kiriye ku wan herdu wezaretên Darayî û Aborî û Plankirinê raspartine, da ku bi hevahengî ligel hemî wezaret û saziyan nêrîna yekgirtî ya hikûmetê û xişteya daxwazên Herêma Kurdistanê ji bo budceya federalî ya sala 2027ê amade bikin.