Trafîka Iraqê mîna Herêma Kurdistanê sîstema AI bi kar tîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Iraqê pêngavên ber bi elektronîkirina karûbaran dest pê kirine û mîna ezmûna Herêma Kurdistanê, ji bo birêvebirina karên şofêran û kêmkirina rotînê, feydeyî ji teknolojiya hişê destçêkirî (AI) werdigire.
Berpirsê Ragehandina Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Iraqê Eqîd Heyder Şakir ji Kurdistan24ê re ragehand ku ew dê di demeka nêzîk de sîstemeka nû ya elektronîkî çalak bikin ku pişta xwe bi teknolojiya hişê destçêkirî girê dide.
Eqîd Heyder Şakir da zanîn jî ku welatî û şofêr dikarin bi rêya mobîlê û bikaranîna teknolojiyayê karûbarên derxistin û nûkirina destûriya şofêriyê, salaneya timbêlan û veguhastina xwedîtiya timbêlan bikin.
Wî berpirsê trafîkê ronahî berda ser cudahiya sîstema nû û ya kevn û diyar kir: "Di sîstema kevn de welatî neçar bûn ji bo qedandina karûbaran serdana 12 şax û pencereyên cuda bikin, lê niha sîstem bûye 'yek pencere' û tenê ji bo wergirtina karta destûriyê an salaneyê hewcedarî bi serdanakirina fermangehan heye."
Li gorî amarên fermî, li Iraqê nêzîkî 8 milyon timbêlan hene ku 80% ji wan ji cûnê taybet in. Herwiha salane zêdetirî 300 hezar timbêlên nû hawirdeyî Iraqê tên kirin ku rêjeya herî zêde ya timbêlan dikeve Bexdaya paytext û hejmara wan digihîje nêzîkî 3 milyon timbêlan.