Wezîrê Perwerdeyê: Platforma ‘Qutabxaneya Min’ pêngavên baş avêtine
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd di Korbenda Çarê ya Perwerdeyî ya Kurdistanê de li Hewlêrê ragehand ku platforma dîjîtalî ya "Qutabxaneya Min" (Qutabxanekem), ku destpêşxeriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye, pêngavên pir baş û serkeftî avêtine.
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Pêncşem, 30ê Tîrmeha 2026ê) di gotara vekirina Korbenda Çarê ya Perwerdeyî ya Kurdistanê de li Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir.
Alan Heme Seîd got: "Ez dixwazim bi rengekê fermî destpêşxeriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo sektora perwerdeyê rabigehînim. Berî salek û nîvan, Serokwezîr fikra çêkirina platformeka dîjîtalî û hevaheng bo xwendekaran pêşkêşî Wezareta Perwerdeyê kir."
Navborî da zanîn jî ku wan di Wezareta Perwerdeyê de ligel hevparên xwe dest bi bicihanîna vê projeyê kiriye, bi taybetî Rêxistina UNICEFê ku alîkarekî cidî yê vê pêvajoyê bûye, herwiha Rêxistina Kurdistan Foundationê jî roleka giring û berçav di vê projeyê de lîstiye.
Wezîrê Perwerdeyê eşkere jî kir: "Sala borî di vê korbendê de me ezmûnek pêşkêşî we kir ku polên 1, 2 û 3 li çend dibistanan hatibûn hilbijartin. Niha birêveberên wan dibistanan li vê derê amade ne û tekez dikin ku platform pir bikêrhatî bûye.”
Alan Heme Seîd herwesa got: “Piştî serkeftina vê ezmûnê, me di wezaretê de biryar da ku em vê destpêşxeriya Serokwezîr berfirehtir bikin û bikin projeyeka neteweyî bo seranserî Herêma Kurdistanê."
Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku niha ev platform bo qonaxa bineretiyê bi tevahî bi dawî bûye û bo werzê nû yê xwendinê amade ye. Niha jî kar li ser qonaxa dawiyê tê kirin, ku polên 10, 11 û 12 vedigire û karên polên 10 û 11 dest pê kirine. Wî tekez jî kir ku ev proje mezintirîn û bêhempatirîn projeya perwerdeyî ye ku hikûmet xwedîtiya wê dike.