Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera 43ê ya Enfala Barzaniyan de

Navenda Nûçeyan (K24) - Di salvegera Enfala Barzaniyan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de tekez dike ku, divê hikûmeta federal erkê xwe yê destûrî û berpirsyariya xwe ya exlaqî bi cih bîne û bi rengekê hejî kesûkarên qurbaniyên pêlên jenosîd û Enfalê û hemî kesûkarên qurbaniyên di bin destê rejîma berê ya Iraqê de qerebû bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Înî, 31ê Tîrmeha 2026ê) ragihand: "Îro çil û sê sal di ser yek ji hovtirîn tawanên rejîma berê ya Iraqê re derbaz dibin, ku komkujî û jenosîdkirina bi hezaran mirovên bêguneh ên Barzanî ye."

Mesrûr Barzanî herwesa got: "Di vê salvegera xembar de, em bi rêz û rûmet karesata Barzaniyên enfalkirî û tevahiya şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê li Germiyan, Behdînan, Balîsan, Şêx Wesanan, Kurdên Feylî û Şingalê bi bîr tînin."

Mesrûr Barzanî spasiya xelkê Kurdistanê jî kir û got: "Me gelek rêz ji bo hemî wan merxas û camêran heye yên ku di wan rojên dijwar û sext de alîkarî û piştgiriya kesûkarên lêqewmiyên Barzaniyên enfalkirî kir."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir: "Pêdivî ye hikûmeta federal erkê xwe yê destûrî û berpirsyariya xwe ya exlaqî bi cih bîne û bi rengekê hejî kesûkarên qurbaniyên pêlên jenosîd û Enfalê û hemî kesûkarên qurbaniyên li ser destê rejîma berê ya Iraqê qerebû bike."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: "Her wekî çawa pêdivî ye xelkê Kurdistanê van tawanan tu carî ji bîr neke û bizane ku gelê Kurdistanê gelek qurbaniyên bêhempa di pênava mafên xwe yên rewa de dane, ji ber wê yekê jî tu carî dest ji destkeftiyên xwe yên neteweyî û nîştimanî bernade û bi hemî rengan wan diparêze."