Li Colemergê erdhejek çê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Rewşên Awarte û Felaketan a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Şemzînan a ser bi parêzgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê ve, erdhejek bi hêza 4.0 pileyên Rîxterê çê bûye.
Li gorî zanyarên ku ji aliyê AFADê ve hatine belavkirin, erdhej îro serê sibehê saet 07:49an li devera Şemzînanê pêk hatiye. Hat destnîşankirin jî ku kûrahiya vê erdhejê 7.0 kîlometreyan di bin erdê de bûye.
Ev erdhej li navenda parêzgeha Colemergê, navçeyên derdorê û parêzgehên cîran ên Bakurê Kurdistanê hat hîskirin. Herwiha bandora wê li ser çend deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî hebû.
Çêbûna vê erdhejê di saetên destpêkê yên rojê de bû sedema tirs û metirsiyek mezin di nav welatiyan de. Li gorî zanyarên destpêkê, heta niha tu zirarên canî yan madî negihîştine ber destên me.