Ebudî: Iraq parastina tenahiyê û xurtkirina peywendiyên ligel NATOyê tekez dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ragehand ku tevî bizavên rakêşana Iraqê bo nav duberekî û şeran, Bexda li ser parastina tenahiyê û pêşxistina peywendiyên xwe yên hevseng ligel civaka navdewletî û Hevpeymaniya NATOyê rijd e.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Ebudî îro (Pêncşem, 30ê Tîrmeha 2026ê) bi rêya telefonê ligel Alîkarê Sekreterê Giştî yê NATOyê bo Karên Operasyonan Christian Back axift.
Li gorî daxuyaniya Nivîsîngeha Ragehandinê ya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî, di wê peywendiya telefonî de her du aliyan behsa berdewamiya hevkarî û hevpariya navbera NATO û hikûmeta Iraqê di pirsên hevpar de kir.
Di destpêkê de Christian Back pîrozbahî li Qasim Ebudî kir, ku wekî Şêwirmendê nû yê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê dest bi karî kiriye. Hevdem daxwaza NATOyê bo vegera şandeya wan bo wî welatî diyar kir û serbilindiya xwe bi hevpariya navbera her du aliyan nîşan da.
Qasim Ebudî jî ji aliyê xwe ve ronahî berda ser wê yekê ku civaka navdewletî piştgiriya hikûmeta Elî Zeydî dike, ku xwediyê dîtineka giştgir e bo birêvebirina welat û dixwaze peywendiyên xwe ligel NATOyê xurt bike; ji ber wî rolê giring ê ku hevpeymanî di warê pêşkêşkirina şêwirmendî û rahênanê de bo hêzên ewlehî û serbazî yên Iraqê dilîze.
Navborî bal kişand ser wê yekê jî ku hinek alî bizavê dikin ku Iraqê bo nav gelek hevrikiyan rakêşan, ku xizmeta berjewendiyên welat nakin lê hikûmet li ser çespandina aştî û avadaniyê rijd e.
Li beranberî vê yekê jî, Christian Back pêşniyar kir ku gera bê ya diyaloga dîplomatîk a asta bilind a di navbera wan de, di Cotmeha bê de li Brûkselê bê lidarxistin, daku pêşxistina hevpariya navbera her du aliyan bê nîqaşkirin.