Teqînek li serbazgeha Tacî ya li bakurê Bexdayê çêbû

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, ji ber bilindbûna pileya germahiyê, li serbazgeha Tacî ya li bakurê Bexdayê, hinek cebilxane û kelûpelên leşkerî teqiyan.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê îro 2ê Tebaxa 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir, li serbazgeha Tacî ya stratejîk teqînek pêk hatiye. Li gorî daxuyaniyê, sedema sereke ya teqîna cebilxane û amûrên leşkerî, germahiya zêde ya herêmê ye.

Diyar kir, piştî teqînê agir derketiye û tîmên Parastina Şaristanî di cih de gihîştine cihê bûyerê. Niha tîmên hewarhatinê mijûlî vemirandin û kontrolkirina agirî ne. 

Serbazgeha Tacî ku 27 kîlometre dûrî navenda paytext Bexdayê ye, wek yek ji mezintirîn û giringtirîn bingehên leşkerî yên Iraqê tê naskirin. Ev bingeh di serdema rejîma berê de, navendeke sereke ya lojîstîkî bû.

Piştî sala 2003an, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û artêşa Amerîkayê ev bingeh wek navendeke perwerdehî, rahênan û depoya çekan bikar anîn. Niha serbazgeh bi temamî di bin kontrola artêşa Iraqê û hêzên asmanî yên wî welatî de ye.