Îran: Tengava Hurmizê girtî dimîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî leşkerî yê Îranê ragihand, heta siyasetên "dijminane" yên Amerîkayê li navçeyê berdewam bikin, Tengava Hurmizê dê girtî bimîne.

Ajansa Nûçeyan a Fars îro 2ê Tebaxa 2026an li ser zimanê jêderekî leşkerî yê Îranê belav kir, heta Amerîka dest ji gavên xwe yên li dijî Îranê bernede, Tengava Hurmizê nayê vekirin. Her wiha wî jêderî gotinên li ser hebûna "peymaneke pêşwext" a ji bo vekirina vê rêrewa deryayî ya stratejîk red kirin.

Ji aliyekî din ve, Ajansa Nûçeyan a 'Mehr' li ser zimanê hinek berpirsên leşkerî yên Îranî, gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump derewandin. Trump ragihandibû ku Tehranê ji Washingtonê daxwaz kiriye ku "derbên giran" li Îranê nexin. Berpirsên Îranî diyar kirin ku ev gotin ne rast in û hêzên çekdar ên Îranê ji bo bersivdana her cure êrîşekê, di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne.

Ev rageşî piştî daxuyaniya îro danê sibê ya Donald Trump zêdetir bû. Trump diyar kiribû ku Washington û Tel Avîv li ser "sekinandina hinek operasyonên leşkerî" yên li dijî Îranê li hev kirine. Trump gotibû ku ev biryar li ser daxwaza Tehranê û hinek welatên navçeyê hatiye girtin, bi wê mercê ku "peymaneke bilez" di navbera aliyan de were îmzekirin.

Tengava Hurmizê ji bo veguhastina enerjî û bazirganiya cîhanî xaleke herî stratejîk e. Girtina vê tengavê metirsiyeke mezin li ser aboriya cîhanî û ewlehiya deryavanî ya li Kendavê çêdike.