Piştî 7 salan; Koçberên Serê Kaniyê vedigerin bajarê xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî heft salan ji koçberî û penaberiyê, xewna vegera xelkê Serê Kaniyê bo ser mal û milkên wan hêdî hêdî bi cih tê. Komîteya Koçberên Serê Kaniyê amadekariyên dawiyê ji bo birêkirina karwanê yekê yê vegerê temam dike.

Li gorî zanyaran, heta niha navên 12 hezar û 500 malbatan ku nêzîkî 80 hezar koçberan dike ji bo vegerê hatine tomarkirin û hemî jî li hêviya vegereke biewle ne. Tê pêşbînîkirin ku li roja Pêncşemê karwanê yekê, ku ji 650 malbatan pêk tê, berê xwe bide bajar û gundên Serê Kaniyê.

Serokê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso di derheqa amadekariyan de ji K24ê re ragihand: “Karwanê yekê ku em wan vegerînin Serê Kaniyê nêzîkî 650 malbatan e. Ev malbat parek ji wan 12 hezar û 500 malbatên koçber in ên ku hatine qeydkirin. Niha kar li ser vê vegerê tê kirin û gelek amadekarî hatine kirin. Plana me ew e ku em di vê hefteyê de karwanê yekê yê koçberan ber bi Serê Kaniyê ve bi rê bikin.”

Ji bo misogerkirina silametiya koçberan, hate zanîn ku piraniya mayînên li ser rêya Serê Kaniyê hatine rakirin. Her weha li gorî lihevkirina ku ligel hikûmetê hatiye kirin, dê karwanekî hêzên ewlehiya hundirîn ligel xelkê bê şandin, da ku wan biparêze û rêyê li ber her astengî yan pirsgirêkeke muhtemel bigire.

Koçberên ku salên dirêj di nav zehmetiyan de jiyane bi hêsir û hêviyeke mezin çavê wan li rêya vegerê ye. Ebdo Teqreq, ku koçberekî ji Serê Kaniyê ye, ji saetên sibehê ve li benda destpêkirina vê rêwîtiyê ye.

Ebdo behsa êş û azarên koçberiyê dike û dibêje: “Rewşa Sûriyeyê û ya penaberên Sûriyeyê bi temamî ber bi çareseriyê ve çû, lê rewşa miletê me yê Serê Kaniyê wilo ma û me pir zehmetî kişand. Lê hêşta hêviyên me hene ku em vegerin. Em dixwazin îro berî sibê li ser axa xwe bin. Bi Xudê em li ser vegerê dilşewat in. Em pir westiyan û me zehmetiyeke gelek mezin dît.”

Çavdêr destnîşan dikin ku vegera vî karwanê yekê dê bibe ezmûneke girîng û dê diyar bike ka gelo ev pêvajo dê bi temamî di nav ewlakarî û azadiyê de bi rê ve biçe yan dê rastî astengiyan bibe.