Nêçîrvan Barzanî serdana Şamê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê îro li Şamê ligel Serokê Sûriyeyê dicive, ji bo nîqaşkirina pêşxistina peywendiyên dualî û bilindkirina asta hevahengiyê di warên cuda cuda de ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du aliyan bike.
Biryar e ku Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) li Şama paytexta Sûriyeyê pêşwaziyê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.
Li gorî nûçeyeka ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA), di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera de, çend pirsên ji bo her du aliyan giring û pêşxistina peywendiyên dualî tên nîqaşkirin, ku armanc jê bilindkirina asta hevahengiyê û hevkariyên di warên cuda cuda de ye.
Di wê nûçeyê de hatiye tekezkirin ku ev serdan di çarçoveya peywendiyên berdewam ên navbera her du aliyan de tê kirin, daku rêyên nû ji bo pêşxistina peywendiyan bên dîtin, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên bilind û hevpar ên her du aliyan bike.