Berpirsên Amerîkî: Bijardeyên me yên li hember Îranê sînordar in
Navenda Nûçeyan (K24) – Kovara Politico li ser zimanê berpirsên Koşka Spî ragihand, Washington ji bo çareserkirina krîza bi Îranê re bêhêvî bûye û bijardeyên li ber destê rêveberiya Trump sînordar in.
Kovara navdar a Amerîkî Politico, di raporteke nû de diyar kir ku tîma Koşka Spî di wê baweriyê de ye ku heta hilbijartinên meha Mijdarê ti çareseriyeke guncayî ji bo krîza Îranê nayê dîtin.
Li gorî raportê, rayedarên Amerîkî rewşa niha wekî "ne şer û ne aştî" pênase dikin. Her du alî (Amerîka û Îran) niha di qonaxeke navîn de mane û bi rêya êrîşên sînordar û gefên devkî bersiva hev didin, lê ti derfeteke nêzîk ji bo aştiyeke tam an jî şerekî rasterast nîne.
Ew rayadarên Amerîkî destnîşan kirin, derbasbûna rojane ya milyonan bermîl neft di Tengava Hurmizê re, nîşaneya herî mezin e ku Îran nikare bi temamî kontrolê bixe destê xwe.
Washingtonê bi tundî hişyarî da kompanya û welatan ku daxwazkirina destûrê ji Îranê, ji bo derbasbûna Tengava Hurmizê ji bo Amerîkiyan qedexe ye; her wiha hat destnîşankirin ku her aliyê biyanî yê serdestiya Îranê ya li tengavê qebûl bike û ji bo derbasbûnê destûrê jê bixwaze, dê rastî cezayên giran ên Amerîkayê bibe.
Di raportê de gotineke Donald Trump hat bîra xistin ku tê de gotibû: "Tengava Hurmizê li rûyê Îranê girtî ye, lê ji bo her kesê din vekirî ye." Amerîka bi vê helwestê dixwaze nîşan bide ku hejmona Îranê ya li ser rêyên deryayî qebûl nake.
Ev daxuyaniyên Washingtonê yên ku bêhêvîtiyê nîşan didin, di demekê de ne ku rageşiya li navçeyê her ku diçe zêdetir dibe. Êrîşên li ser binesaziya Îranê û bersivên Tehranê yên li dijî welatên Kendavê, rewşa Rojhilata Navîn hîn bêtir aloz û nezelal kiriye.