Zeydî: Jenosîda Êzidiyan yek ji hovtirîn tawanan bû ku wijdana mirovahiyê hejand.

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê di salvegera 12ê ya jenosîda Êzîdiyan de ragihand ku wefadariya ji bo qurbaniyan tenê bi bicihanîna dadperweriyê û eşkerekirina çarenivîsa revandiyan dibe, û tekez jî kir ku divê jîngeheke guncayî bê dabînkirin daku aware bi rûmet vegerin ser mal û halên xwe yên li Şingalê.

Di salvegera 12ê ya wê komkujiyên de ya ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve li dijî pêkhateya Êzîdî û pêkhateyên din ên Iraqê hatibû kirin, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî îro (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) peyamek belav kir. Zeydî di peyama xwe de ragihand ku ew tawan yek ji hovtirîn tawanên dîrokê bû ku wijdana mirovahiyê hejand.

Serokwezîrê Iraqê tekez jî kir ku wefadariya ji bo qurbaniyan tenê bi bicihanîna dadperweriyê, eşkerekirina çarenivîsa revandiyan, pûtedana bi rizgarbûyiyan û avadankirina qezaya Şingalê dibe, daku aware bikarin bi heza xwe û bi rûmet vegerin ser mal û halên xwe.

Di pareke din a peyama xwe de, Zeydî got ku ev bîranîna tije êş, ligel birêveçûna merasîmên Çiliya Îmam Husên hevdem e, ku ew jî bihayên dijîtîkirina zilmê û serkeftina heqiyê û aştiyê nîşan dide.

Serokwezîrê Iraqê herwesa pesnê qurbanîdana hêzên ewlehiyê û piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî di şikandina DAIŞê de kir. Zeydî ragihand ku dewlet wekî parêzerê mafên hemî welatiyan dimîne û dê li ser parastina serweriya Iraqê, hiştina çek di destê dewletê de, hişkkirina çavkaniyên gendeliyê û çespandina ewlehî û tenahiyê berdewam be, daku li paşerojê rê li ber dubarebûna tawanên bi vî rengî bê girtin.