Mîrê Êzidiyan: Daişê nekarî dîroka 4000 salî ya Êzidiyan tine bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Êzîdiyan di salvegera 12ê ya jenosîda Şingalê de ragihand ku piştgiriya Kurdistanê ji bo Êzidiyan serbilindî ye û daxwaz ji Bexdayê jî kir ku qanûna rizgarbûyiyan bi cih bîne û sindoqa avadankirina Şingalê çalak bike, daku 270 hezar awareyên Êzîdî bi rûmet vegerin ser mal û halên xwe.
Di merasîma bîranîna salvegera 12ê ya jenosîda Êzîdiyan de, Mîrê Êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg îro (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) gotarek pêşkêş kir û tê de ragihand: "Îro 12 sal di ser qirkirina miletê Êzîdî re derbaz dibin; 12 salên tije nexweşî, xem û bêhêvîtî."
Mîr Hazim Beg diyar jî kir ku zindîkirina vê bîranînê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve serbilindî ye û ji bo şehîdên Êzîdî û tevahiya Kurdistanê wefadariyeke mezin e.
Mîrê Êzîdiyan herwesa bal kişand ser berdewamiya bandorên komkujiyê û got: "Heta niha 270 hezar Êzîdî aware ne û 2500 jinên Êzîdî di destê DAIŞê de mane, ji bilî ku gelek gorên bikom hîn nehatine vekirin." Wî da zanîn jî ku rêxistina terorîstî ya DAIŞê di sedsala 21ê de dixwest dîroka 4 hezar salî ya miletê Êzîdî bi şev û rojekê ji nav bibe, lê bi hezkirina Xudê û xweragiriya gelê me ew plan bi ser neketin.
Di pareke din a gotara xwe de, Mîr Hazim Beg daxwaz ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê kir ku ligel hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina dosyeya Şingalê bigihin lihevkirinekê, ji ber ku tenahiya Şingalê bo Êzîdiyan, tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê xwedî giringiyeke stratejîk e.
Di derheqa naskirina navdewletî de jî, wî amaje kir ku heta niha 13 welatan îtîraf bi jenosîda Êzîdiyan kiriye lê heta niha Iraqê bi fermî îtîraf pê nekiriye.
Daxwazên Mîrê Êzîdiyan ji Bexdayê ev bûn: "Çareserkirina dosyeya penaberan, berdewamiya bizavên rizgarkirina revandiyan, bicihanîna qanûna rizgarbûyiyên Êzîdî, danîna îdareyeke şerî li Şingalê û çalakkirina sindoqa pêşxistina Şingalê ya ku ev du sal in qanûna wê derketiye û kar pê nehatiye kirin."
Di dawiya gotara xwe de, Mîr Hazim Beg spasiya xelkê Kurdistanê kir ji bo hewandina awareyan, bi taybetî jî xelkê Dihok û Zaxoyê. Herwesa spasiyeke taybet arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir wekî rêberê Kurdistanê, ji bo piştgiriyên wî yên berdewam û rola wî di rizgarkirina Şingalê de.
Mîrê Êzidiyan herwesa spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kir, ji bo bizavên wî yên di rizgarkirina revandiyan de, û destxweşî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir ji bo alîkariyên wî yên berdewam bo jinên rizgarbûyî û piştgirîkirina Navenda Rewşenbîrî ya Lalişê.