Mesrûr Barzanî salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Îlona 2026an, bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola wan a di parastina pirsên neteweyî û pêkvejiyanê de bilind nirxand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî serok, endamên mekteba cîbicîkar û tevahiya endamên Yekîtiya Zanayan dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim."
Mesrûr Barzanî tekez kir, rola zanayên olî cihê rêzê ye û got: "Zanayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê, di xizmetkirina ola pîroz a Îslamê û parastina pirsên niştimanî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê de xwedî roleke giring û aktîf in, ku ev yek cihê rêz û pêzanîneke mezin e."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de hêvî xwast ku zanayên olî li ser erkê xwe berdewam bin û got: "Hêvîdar im ku zanayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê, di bihêzkirina bingehên miyanrew, pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de û rûbirûbûna hizra tundrewiyê de rola xwe ya pêşeng bidomînin."