Îro merasîma yekkirina Hêzên Pêşmerge tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, îro 21ê Îlona 2026an, di merasîmeke fermî de li baregaha Serokatiya Herêma Kurdistanê, yekxistina temamî ya Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê tê ragihandin.

Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê merasîma fermî de ku li paytext Hewlêrê birêve diçe, pêngavên sereke û dawîn ên proseya yekxistin û jinûverêxistina Hêzên Pêşmerge têne aşkerekirin.

Derbarê vê pêngavê de, roja 10ê vê mehê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bi awayekî serkeftî bidawîhatina proseya yekxistin û rêxistinkirina temamî ya hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de ragihandibû. Wezîr dabû zanîn ku hemû hêzên Yekîneya 70 û Yekîneya 80 li ser asta yek fermandehiyê (lîwa, fîrqe û fermandariyên deverî) hatine yekxistin.

Wezîrê Pêşmerge ev rûdan wekî "mizgîniyeke dîrokî û destkeftiyeke mezin bo gelê Kurdistanê" binav kir û diyar kir: "Bi serbilindî ve radigihînin ku xewna ji mêj ve ya gelê me bi cih hat; proseya yekxistin û rêkxistina temamî ya Hêzên Pêşmerge di bin banê wezaretê de bi serkeftî bi dawî bû. Her du deverên fermandariyê bi fermî dest bikar dibin û Herêma Kurdistanê dibe xwediyê artêşeke serdemiyane û yekgirtî."

Şoreş Îsmaîl amaje bi wê yekê jî kir ku ev serkeftin encama piştevaniya rasterast û berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr e, herwiha berhema rola girîng a Hêzên Hevpeymanan bi serkêşiya Amerîkayê ye. Wezîrê Pêşmerge spasiya alîkariyên wan kir û daxwaz kir ku di qonaxa bê de jî hevpeyman bi şêwazekî nû piştevaniya xwe ya bo Hêzên Yekgirtî yên Pêşmerge bidomînin.

Yekxistina Pêşmerge bi vî awayî ye:

Li gorî plana nû ya yekxistinê, artêşa yekgirtî ya Pêşmerge ji van beşan pêk tê:

- 2 Fermandariyên Deverî (Devera Yekem û Devera Duyem)

- 11 Fîrqe 

- Her fîrqeyek ji 3 lîwayan pêk tê, ligel 2 lîwayên peyade bo her du deverên fermandariyê.

Li gorî Yadaştnameya Hevtêgihîştinê ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) de, meha Îlona îsal dema dawîn ye ji bo temamkirina proseya yekxistina Hêzên Pêşmerge.