Reuters: Amerîkayê piraniya mûşekên xwe yên dûravêj bi kar anîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê belav kir ku Amerîkayê di pênc mehên şerê ligel Îranê de piraniya mûşekên xwe yên dûravêj û deqîq bi kar anîne, bi taybetî mûşekên sîstema ATACMS û PrSMê ku mûşekên erd-bo-erd in.
Ajansa Reutersê ragihand ku kêmbûna mûşekên ATACMS û PrSM di cebilxaneyên Amerîkayê de bi rêjeyeke wiha berê qet çê nebûye. Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) piraniya wan bi kar anîne, lê karî ji çavkaniyên din ên hêzên xwe yên li cîhanê dabîn bike.
Reutersê eşkere jî kir ku kêmbûna van mûşekan wê wateyê dide ku eger êrîşên berfireh li ser Îranê dest pê bikin, Serokê Amerîkayê dê neçar bibe pişta xwe bi rêyên metirsîdartir ji bo bombebaranakirina Îranê girê bide, ku ew jî bombebarana bi rêya balafiran e.
Çavkaniya navborî ji aliyekê din ve jî diyar jî kir ku kêmbûna van mûşekên Amerîkayê şiyanên wî welatî di rûbirûbûna hevrikên wekî Rûsya û Çînê de sînordar dike.
Mûşekên ATACMS û PrSM mesafeyên wan dirêj û navîn in û şiyan hene ku di mesafeya di navbera 300 heta 500 kîlometreyan de armancên xwe bi temamî hingêvin. Bihayê her mûşekekê yek milyon dolar e û di şerê Ukraynayê de rolekî girîng lîstiye.
Ev jî di demekê de ye ku berpirsên Amerîkayê hişyarî daye serokê welatê xwe ku hejmara mûşekên berevaniya asmanî jî kêm bûye. Li gorî raporteke Navenda Vekolînên Stratejîk û Navdewletî, ji Sibatê heta Tîrmeha vê salê rêjeya 65% ji mûşekên sîstema Patriot kêm bûne, herwesa mûşekên sîstema THAADê jî bi kêmî ve 38% kêm bûne, ji bilî vê yekê nêzîkî nîva mûşekên Tomahawk jî kêm bûne.