Qeşeyê Efrînî piştî 15 rojan ji girtinê hat azadkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku kesatiyê olî yê meşîhî Qeşe Nîhad, piştî 15 rojan ji girtina wî li zindana Maratê ya Efrînê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî ve, hat azadkirin û vegeriya nava malbata xwe.
Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramy Abdrrahman îro (Sêşem, 4ê Tebaxa 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku Qeşe Nîhad, ku kesatiyekî olî yê meşîhî û xelkê Efrînê ye, piştî 15 rojan ji girtinê hat berdan.
Girtina vî kesatiyê olî di nav rewşekê de bû ku nîgeraniyeka mezin li cem malbat û xelkê deverê çê kiribû.
Qeşe Nîhad, ku akinciyê bajarê Beyrûtê ye û li dêra wî bajarî xizmetê dike, di 19ê Tîrmeha borî de bi armanca serdana malbata xwe gihîştibû bajarê xwe Efrînê, lê ji aliyê çekdarên Dezgeha Ewlekariya Giştî ve hatibû girtin û peywendiyên wî bi temamî hatibûn birîn.
Paşê bo pişka tawanên elektronî hatibû veguhastin û li zindana "Maratê" ya Efrînê hatibû binçavkirin, bêyî ku ti ronikirineke fermî li ser rewşa wî ya qanûnî bê dan an rê bi wî bê dan ku peywendiyê bi malbata xwe re bike.
Girtina vî qeşeyî li ser bingeha mijar û postên wî yên berê di medyaya civakî de bû, ku tê de rexne li komên çekdar ên Efrînê girtibûn, zêdebarî helwestên wî yên olî û neteweyî di piştgirîkirina doza Kurd de, ku berê danûstandin li ser çê bûbûn.
Azadkirina Qeşe Nîhad dawî li wê nîgeraniyê anî ya ku malbata wî di çend rojên borî de li ser selametî û çarenivîsa wî hebbû, û piştî bidawîhatina rêkaran vegeriya nava malbata xwe.