Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî 10 milyar dînaran ji qerzên elektrîkê daxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahiyên nû li ser proseya daxistina qerzên kevn ên elektrîkê berî destpêkirina Projeya Ronahiyê ragihandin, û eşkere kir ku heta ku îro rêjeya daxistina hikûmetê gihîştiye nêzîkî 10 milyar dînaran û zêdetirî 35 hezar welatiyan qerzên xwe dane.
Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 4ê Tebaxa 2026ê) di daxuyaniyekê de amara nû ya proseya lêborîn û daxistina qerzên elektrîkê yên berî projeya Ronakiyê belav kir.
Li gorî wê daxuyaniyê, rêjeya daxistina qerzan li gorî cûnê aboneyan bi vî awayî ye:
- 50% daxistin: Ji bo hemî aboneyên malan û cotkariyê.
- 25% daxistin: Ji bo aboneyên pîşesazî, bazirganî û mîrî (ji bilî wan aboneyên ku fîderên wan ên taybet hene).
Nivîsîngeha Serokê Hikûmetê tekez kir ku ev derfeta dawiyê ya lêborînê ye û êdî nayê dirêjkirin. Daxistin rasterast tê bivihanîn û tenê ji aboneyan tê xwestin ku rêjeya pereyê daxistî bidin.
Herwesa hat diyarkirin jî ku pêdivî ye abone li ser dana psûleya mehane ya Ronakiyê di nav 50 rojan de berdewam bin, nexwe bixweber elektrîka wan dê bê birîn.
Di derheqa amarên proseyê de, rêjeya lêborîna hikûmetê gihîştiye nêzîkî 10 milyar dînaran û zêdetirî 35,000 aboneyan qerzên xwe dane. Herwesa rêjeya daxuyaniya bi rêya sîstema dîjîtal "E-psûle" gihîştiye 75%.
Parvebûna rêjeya daxistinê li ser asta parêzgehan heta niha bi vî awayî ye:
Hewlêr: 3.5 milyar dînar
Silêmanî: 3.5 milyar dînar
Dihok: 2.5 milyar dînar
Helebce: 100 milyon dînar