Kpler: Iraqê zêdetirî 30 milyon bermîlên petrolê bi rêya Tengava Hurmizê hinarde kirine
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî zirarên mezin ên şer ên li ser dahata giştî ya Iraqê, li gorî amarên kompaniya "Kpler"ê, Iraqê di nava mehekê de zêdetirî 30 milyon bermîlên petrola xav di Tengava Hurmizê re hinarde kirine.
Amarên companiya "Kpler"ê ya çavdêriya livîna deryayî nîşan didin ku Iraqê di navbera 4ê Tîrmeha 2026ê heta 4ê Tebaxa 2026ê de zêdetirî 30 milyon bermîlênên petrola xav di Tengava Hurmizê re hinarde kirine, tevî ku dahata giştî ya petrola wî welatî ji ber şer zirareke mezin dîtiye.
Ji aliyekê din ve jî, Serokê Kompaniya Neteweyî ya Bazarxistina Petrolê ya Iraqê (SOMO) Elî Nezar di hevpeyvînekê de eşkere kir ku Iraqê di meha Tîrmehê de di navbera 35.5 bo 37 milyon bermîlên petrolê di Tengava Hurmizê re û 7 milyon bermîl jî di xeta boriya Iraq-Tirkiyeyê re bo bendera Ceyhanê hinarde kirine.
Beriya derketina şer li Rojhilata Navîn, ku bû sedema kêmbûna veguhastina deryayî di vê rêya stratejîk de, berhemhatina rojane ya petrola Iraqê nêzîkî 4 milyon bermîlan bû û berhema hinardekirina mehane gihîştibû 105 milyon bermîlan, ku piraniya wê di bendera Besreyê re diçû.
Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Selîm Rikabî ji ajansa fermî ya Wahê re ragihand ku çend petrolhelgir piştî barkirinê di Tengava Hurmizê re derbaz bûne, lê tekez kir ku wezaret berpirsiyarê rêya wan keştiyan an mohletên derbazbûnê nîne.
Li gorî amarên SOMOyê, di mehên Gulan û Hêzîranê de jî Iraqê tenê hinek zêdetir ji 32 milyon bermîlên petrolê hinarde kiribûn, ku 20 milyon bermîl li benderên başûr bûne.
Dahata petrola xav nêzîkî 90% ji tevahiya dahata dewleta Iraqê pêk tîne. Beriya şer, hinardekirina petrolê mehane heta 8 milyar dolaran bo xezîneya giştî dabîn dikirin, lê li gorî gotina Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Xuzeyîr di meha borî de, niha ev rêjeya bi zorê digihîje 1.5 milyar dolaran.
Iraq, ku endameka damezrîner a rêxistina OPECê ye, ji ber tijîbûna embarên petrolê neçar ma berhemanînê di gelek kargehan de bide rawestandin. Piştî girtina rêyên deryayî, Iraqê dest bi bikaranîna tankêrên erdî bo hinardekirina petrolê di axa Sûriyeyê re kir, tevî bikaranîna xeta boriyê bo bendera Ceyhanê.
Herwesa li gorî belgeyeke ku gihîştiye ajansa Reutersê, SOMOyê daxistineke mezin di nirxê petrola xav a Besreyê de bo barkirinên meha Tebaxê pêşkêş kiriye, da ku bikiran pal bide ku petrolê di Tengava Hurmizê re veguhêzin.
Ji bo petrola "Besreya Navîn" daxistina 25 heta 27 dolaran û ji bo "Besreya Girran" jî daxistina 27.80 heta 29.80 dolaran bo her bermîlekê hatibû diyarkirin.