Trump ji Îranê re: "An peyman an jî êrîşeke leşkerî ya kujer"
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Tengava Hurmizê dê di demeke nêz de were vekirin. Herwiha hişyariyeke tund da Tehranê û diyar kir, eger danûstandin bi ser nekevin, Îran dê rûbirûyê êrîşeke leşkerî ya "kujer û bêhempa" bibe.
Trump di hevpeyvîneke taybet ligel kanala Fox Newsê de got: "Me amadekariya êrîşeke leşkerî ya wisa mezin kiribû ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyem mîna wê nehatibû dîtin. Lê belê Îraniyan têkilî bi me re danîn û daxwaza danûstandinê kirin."
Derbarê çarenivîsa Tengava Hurmizê de, Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ev rêya deryayî ya stratejîk dê di demeke pir nêz de were vekirin. Trump got: "Heger neyê vekirin jî, Îran dê derbeyeke pir kujer bixwe û piştî wê derbeyê tengav dê her were vekirin." Trump herwiha dubare kir ku ew ê tu carî rê nedin Îran bibe xwediyê çekên atomî.
Tevî ku Trump dibêje "gotûbêjên pir baş hene", Wezareta Derve ya Îranê gotegotên hevdîtina rasterast ligel Washingtonê red dike. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Îsmaîl Beqayî ragihand, danûstandinên wan niha tenê bi navbeynkariya Omanê birêve diçin û mijara sereke jî dabînkirina "rêreweke ewle" li Tengava Hurmizê ye.
Beqayî diyar kir ku Tehran li pey rêreweke wisa ye ku serweriya her du aliyan û berjewendiyên wan ên neteweyî biparêze.
Niha Îran bi awayekî pratîkî kontrola çûnûhatina deryayî di Tengava Hurmizê de di destê xwe de digire û keştiyan neçar dike ku di bin çavdêriya wê de derbas bibin. Herwiha Îran dixwaze bac an jî "pereyê xizmetguzariyê" ji keştiyên derbasbûyî bistîne, Lê Amerîka wê yekê bi tundî red dike û wekî binpêkirina azadiya deryageriyê dibîne.