Ji bo pêşxistina petrola Rimêlanê û zêdekirina berhemanînê peymanek hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Petrola Sûriyeyê (SPC) û Kompanyaya HKN Energy peymaneke stratejîk a 25 salan ragihandin. Ev peyman nûjenkirina qadên petrolê, pêşxistina binesaziyê û zêdekirina asta berhemanînê li herêma Rimêlanê ya parêzgeha Hesekê armanc dike. 

Li bajarê Rimêlanê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve, duh 4ê Tîrmehê hûrguliyên peymaneke nû ya hevkariyê di navbera Kompanyaya Petrola Sûriyeyê (SPC) û Kompanyaya HKN Energy de, di konferansekî rojnamevaniyê de hatin aşkerekirin. 

Rêveberê SPC’ê Yûsif Qeblawî diyar kir, ev peymana 25 salan dê di sê qonaxên li pey hev de were cîbicîkirin. Qonaxên projeyê nûjenkirina bîrên petrolê, çakkirina saziyên enerjiyê û bilindkirina asta berhemanîna rojane li herêmê li xwe digire. Qeblawî destnîşan kir, ev gav dê bibe bingehek ji bo pêşxistina sektora enerjiyê û baştirkirina binesaziya neftê.

Li gorî hûrguliyên peymanê, hevkarî tenê bi derxistina petrolê ve sînordar nabe. Kompanyaya SPC’ê ragihand, di çarçoveya projeyê de dê binesaziya herêmê jî were nûjenkirin, mîna çêkirin û qîrkirina rêyan û baştirkirina saziyên xizmetguzariyê yên li nêzî qadên petrolê.

Herwiha hat diyarkirin, ev proje dê derfetên nû yên kar ji bo rûniştvanên parêzgeha Hesekê û herêmên derdorê peyda bike. Derbarê dabeşkirina dahatê de jî Qeblawî eşkere kir ku para aliyê Sûriyeyê dê gav bi gav zêde bibe û di qonaxa sêyem de bigihe %70.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê HKN Energy Mark Lowens anî ziman ku ew vê peymanê wekî gaveke girîng ji bo nûjenkirina sektora enerjiyê ya Sûriyeyê dibînin. Lowens got, Kompanyaya wan ligel karên teknîkî, dê piştgiriyê bide projeyên xizmetguzariyê yên li herêmê jî.

Piştî konferansê, şandeyên her du şîrketan serdaneke meydanî li kêlgehên petrol û saziyên gazê yên Rimêlanê kirin, da ku ji nêz ve rewşa saziyan bibînin û daxwazên teknîkî yên ji bo destpêkirina xebatan diyar bikin.