Karmendên Bexdayê li dijî derengketina mûçeyan daketin kolanan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Bexdayê karmendên Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ji ber derengketina mûçeyên xwe û xirabiya mercên kar, dest bi xwepêşandanê kirin. Çalakvan diyar dikin ku tevî giranbûna jiyanê, mûçeyên wan nayên dayîn û rastî neheqiya îdarî tên.
hejmareke mezin ji karmendên Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ji ber neşandina mûçeyên meha Tîrmehê, îro 5ê Tebaxê li ber avahiya wezaretê kom bûn. Xwepêşanderan bi dirûşmên "Mûçeyên me li kû derê ne?" û "Mafên me bidin" daxwaza mafên xwe yên darayî kirin.
Yek ji karmendên beşdarî çalakiyê bûye ji Kurdistan24ê re got, ew rastî zilmeke mezin tên. Karmendê bi navê xwe nexwest were naskirin got: "Beşek mezin ji me bi girêbest û bi mûçeyekî kêm ê wekî 300 hezar dînar kar dikin. Heya niha mûçeyên me bi awayê parçe parçe didin. Em hemû xwedî mal û zarok in; 300 hezar dînar ma têra kirêya xanî, pereyê elektrîkê yan têra nanê malê dike?"
Xwepêşanderan herwiha rêveberiya wezaretê bi "gendeliya îdarî" tawanbar kirin û diyar kirin ku biryarên nû yên derbarê demjimêrên kar de, bihna wan çikandiye. Karmendan dan xuyakirin ku berê pergala wan a kar "rojek kar û sê roj bêhnvedan" bû, lê niha rêveberiyê ev guhertiye û kiriye "rojek kar û rojek bihnvedan".
Karmendekî din got: "Em ji ber gendeliya îdarî tên cezakirin. Tevî ku mûçeyên me kêm in û nayên dayîn jî, niha zextê li ser demjimêrên kar dikin. Em daxwaz dikin ku demjimêrên kar kêm bikin û mûçeyên me di wextê xwe de bidin."
Li gorî agahiyan, krîza mûçeyan ne tenê di Wezareta Elektrîkê de ye. Heya niha karmendên 5 wezaretan, her sê serokatiyên Iraqê û çendîn desteyên serbixwe mûçeyên meha Tîrmehê wernegirtine. Ev yek di nav karmendên dewletê de bûye sedema nerazebûneke mezin.
Karmendên elektrîkê hişyarî dan ku eger daxwazên wan neyên cih û mûçeyên wan neyên dayîn, ew ê çalakiya xwe berfirehtir bikin û berdewam bin.