Hewlêr xwe ji bo 18emîn xula Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan amade dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku 18emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê ji ber aloziyên navçeyê û rawestandina geştên asmanî hatibû paşxistin, dê di meha Cotmehê de deriyên xwe li ber xwendevanan vebike.

Biryar e di 21ê Cotmeha 2026an de, xula 18emîn a Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê dest pê bike. Ev pêşangeh ku dihat payîn ku di meha Nîsana borî de were lidarxistin, lê ji ber rewşa ne aram a navçeyê û pirsgirêkên geştên asmanî, ji bo meha Cotmehê hatibû paşxistin.

Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê Îhab Qeysî ji Kurdistan24ê re got: "Ev xula pêşangehê dê di 21ê Cotmehê de dest pê bike û heta 31ê heman mehê li Hola Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê berdewam bibe."

Li gorî agahiyên ku Qeysî dane, îsal zêdetirî 400 dezgehên çap û weşanê yên kurdî, erebî û biyanî dê cihê xwe di pêşangehê de bigirin. Herwiha di çarçoveya pêşangehê de dê çendîn çalakiyên çandî, semînerên wêjeyî û hunerî werin lidarxistin. Qeysî herwiha bal kişand ser wê yekê ku gelek kesayetiyên navdar ên çandî ji derveyî welat hatine vexwendin.

Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê ji aliyê Dezgeha Meda ya Çand û Hunerê ve û bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê birêvebirin. Ev bûyer wekî yek ji giringtirîn çalakiyên çandî yên salane li Hewlêrê tê naskirin.