DEM Partiyê projeyasaya "Yasaya Çarçoveyê" îmze kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ligel nûnerên AK Partî, MHP û HUDA PARê pêşniyaryasayeke 12 xalî ya li ser "Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî" îmze kirin. Tê payîn ku CHP jî îro tevlî vê lihevkirinê bibe.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakırhan, tevî şandeyeke berfireh a partiyê, pêşniyaryasaya bi navê "Pêşniyaryasaya li ser Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekparçebûna Civakî" îmze kirin.
Di merasîma îmzekirina pêşniyarê de, ji bilî hevserokan; Cîgirserokên Koma Meclîsê, rêveberiya komê, berdevkê partiyê, berdevka Meclîsa Jinan, endamên Şandeya Îmraliyê û endamên Komîsyona Dadê ya Meclîsê amade bûn. DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ev pêşniyar ji bo xurtkirina yekparçebûna civakî gaveke giring e.
Ev pêşniyaryasaya ku ji 12 xalan pêk tê, bi îmzeya AK Partî, MHP û DEM Partiyê pêşkêşî Serokatiya Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) tê kirin. Ev yek wekî lihevkirineke kêmwêne ya di navbera eniyên cuda yên polîtîk de tê nirxandîn.
Hate ragihandin ku 4 parlamenterên HUDA PARê jî, di nav de Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu, Şahzade Demir, Serkan Ramanlı û Faruk Dinç, îmzeya xwe avêtine bin vê pêşniyaryasayê. Ji aliyê din ve, hate eşkere kirin ku Partiya Gel a Komarî (CHP) jî dê îro biryara xwe bide û tê payîn ku ew jî pêşniyarê îmze bikin.
Ev gava polîtîk piştî nîqaşên germ ên li ser "asayîbûn" û "yekparçebûna civakî" ya li Tirkiyeyê tê, ku partiyên desthilatdar û opozîsyonê li ser metnekî hevpar dighîne hev.