Hûrgiliyên projeyasaya "Yasaya Çareseriyê" hatin aşkerekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyeyê metna projeyasaya ku ji bo çekdanîna PKKê û çareseriya pirsa Kurd ragihand. Ev yasaya ku ji 12 xalan pêk tê, mekanîzmayeke nû ya ji bo paşxistina cezayên girtiyan û girtina dosyeyên dadgehê li xwe digire, lê Abdullah Ocalan û girtiyên hetahetaya giran jê sûd wernagerin.
Piştî rêzehevdîtinên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê yên ligel fraksiyonên siyasî, îro 5ê Tebaxa 2026an, metna pêşniyaryasaya taybet a bi qonaxa nû ya çareseriyê û çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hate belavkirin.
Ev pêşniyaryasaya ku wekî "Yasaya Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekparçebûna Civakî" hatiye binavkirin, armanc dike ku hebûna çekdarî ya PKK û KCKê bidawî bibe û hemû çek û teqemenî werin radestkirin. Li gorî metnê, saziyên ewlehiyê dê çekdanîna pratîkî diyar bikin û Encumena Ewlehiya Neteweyî (MGK) jî dê vê yekê piştrast bike.
Yasa wan kesên ku bi tawanên "avakirin, birêvebirin, endambûn û propagandaya PKK/KCKê" hatine tawanbar kirin, li xwe digire. Mekanîzmaya nû bi vî rengî kar dike:
- Ji bo doz û cezayên ku ji 15 salan kêmtir in: Dadgehkirin û cîbicîkirina cezayan bo 5 salan tê paşxistin.
- Ji bo cezayên ser 15 salan û cezayê hetahetayî: Cîbicîkirina cezayan bo 10 salan tê paşxistin.
Abdullah Ocalan û kesên ku berî 1ê Hezîrana 2005’an cezayê hetahetayê (muebetê) yan hetahetaya giran wergirtine, nikarin ji vê yasayê sûd werbigirin
Heger ev kes di nav van salên diyarkirî de sûcekî nû nekin, dozên wan bi temamî têne girtin û ceza wekî hatine cîbicîkirin têne hejmartin. Herwiha bi derketina vê biryarê re, hemû biryarên girtinê û çavdêriyên dadwerî têne rakirin.
Yasa sînoran jî datîne; kesên ku di tawanên "kuştina biqestî" de cih girtine, yan jî yên ku berî 1ê Hezîrana 2005an cezayê hetahetayê yan hetahetaya giran wergirtine, nikarin ji vê yasayê sûdê werbigirin.
Ji bo cîbicîkirina yasayê, "Encûmena Bilind" tê avakirin. Ev encûmen bi serokatiya Alîkarê Serokkomar û endamtiya wezîrên Dad, Derve, Navxwe, Berevanî û Serokê MÎT’ê pêk tê. Herwiha li Parlamentoyê jî komîsyoneke ji 17 kesan tê avakirin. Ew kesên dixwazin sûdê ji yasayê werbigirin, divê di nav 6 mehan de serlêdana xwe bikin.
Ev qonaxa nû bi destpêşxeriya Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya di Cotmeha 2024an de dest pê kiribû. Ev yasa wekî yek ji giringtirîn gavên Tirkiyeyê yên ji bo dawîanîna li şerê çekdarî yê bi dehan salan û berfirehkirina beşdariya siyasî ya Kurdan tê nirxandin.