Merasîmên yekkirina Hêzên Pêşmergeyan tên lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku sibe Duşemê, bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyan, di merasîmeka fermî de yekkirina bi temamî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi rengekê fermî tê ragihandin.

Li gorî ragihandineke Serokatiya Herêma Kurdistanê, ew merasîm dê li bingeha Serokatiya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê birêve biçe, ku tê de pêngavên sereke û dawîn ên yekkirina Hêzên Pêşmergeyan têne tên berçavkirin.

Ev ragihandina fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî wê tê ku di 10ê vê mehê de, Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl bidawîhatina serkeftiyane ya proseya yekkirin û rêkxistina gişt Hêzên Pêşmergeyan di bin sîwana wezaretê de ragihandibû.

Wezîrê Pêşmerge berê eşkere kiribû ku tevahiya hêzên girêdayî her du yekîneyên 70 û 80 li ser asta yek fermandeyî û kontrolê, di çarçoveya peykerê leşkerî yê hevçerx de (lîwa, fîrqe û fermandeyiya deveran) bi temamî hatine rêkxistin.

Şoriş Îsmaîl serkeftina proseya yekkirina hêzan wekî "mizgîniyeka dîrokî û destkeftiyekî neteweyî yê mezin bo xelkê Kurdistanê" wesf kir, ku pêngaveke yekalîker e ber bi damezrandina artêşeke nîzamî, yekgirtî û neteweyî bo parastina Herêma Kurdistanê.