Wezîrê Derve yê Îranê ber bi Nûyorkê bi rê ket

Ebas Eraqçî
Ebas Eraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê ji Tehranê derket û ber bi Nûyorkê ve bi rê ket, bi wê meremê ku tevlî civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî bibe.

Li gorî Ajansa Tesnîmê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî beriya gehiştina xwe bo Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê, li destpêkê li Dewheya paytexta Qeterê radiweste û piştî maneke kurt, rasterast ber bi Nûyorkê ve bi rê dikeve da ku tevlî karnameya civînên Civata Giştî bibe.

Ev serdana Wezîrê Derve yê Îranê ligel serdana Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan hevdem e, ku biryar e di paşerojê de serdana Nûyorkê bike da ku tevlî civînên giştî yên Neteweyên Yekgirtî bibe.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser îhtîmala civîna ligel berpirsên Tehranê ragihand ku ew bo bîrokeya hevdîtinê ligel Serokê Îranê di perawêza civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de di vê hefteyê de vekirî ye.

Serokê Amerîkayê herwesa got: "Hinek ji berpirsên Îranê xwe heşar daye û em nikarin wan kesên ku deshelata îmzakirina peymanê hebe bibînin."