Wezîrê Pêşmerge şertên hesabkirin xizmeta leşkeriyê ya "salek bi du salan" ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê razîbûna xwe li ser hesabkirina dema xizmeta leşkerî û ewlehiyê bi awayê "salek bi du salan" di navbera salên 1992 heta 2024ê de nîşan daye; biryar bi daxwaza kesane ye û bi şertê vegerandina hejmareka pereyî ye û ji bo kesên ku derbazî sektora sivîl dibin nayê bikaranîn.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 5ê Tebaxa 2026ê) di daxuyaniyekê de diyar kir ku Encûmena Wezîran li ser pêşniyara lîjneyeke girêdayî awayê rêkxistina dema xizmetê, biryara hesabkirina xizmeta leşkerî û ewlehiyê bi awayê "salek bi du salan" pejirandiye. Ev biryar bi merema rêkxistina xizmetê û parastina mafên qanûnî û darayî yên karmendên tevahiya saziyên ewlehî û leşkerî yên Herêma Kurdistanê hatiye dan.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku, li gorî naveroka wê nivîsara ku ji bo Wezareta Pêşmerge, Wezareta Navxwe û Encûmen û Dezgeha Asayîşê hatiye şandin, dema hesabkirina vê xizmetê ji dîroka 4ê Tîrmeha 1992ê (ji ragihandina kabîneya yekê ya hikûmetê) dest pê dike heta bidawîanîna xizmeta wan.
Wezaretê Pêşmerge herwesa dibêje: “Li dû biryarên Encûmena Wezîran, dîroka dawiyê ya hesabkirina vê xizmetê bi awayê salek bi du salan jî heta 31ê Berçileya sala 2024ê hatiye diyarkirin.
Li gorî wê daxuyaniyê, proseya hesabkirina vê xizmetê dê bi şertekî be ku karmend an efser xanenişîniya wan salan ji mûçeyê bingehîn bide. Divê her Pêşmergeyek 10% ji mûçeyê bingehîn ê 10 salan bide, ku nêzîkî 3 milyon û 936 hezar dînaran e, û ji bo efseran jî ev rêje digihîje 6 milyon û 336 hezar dînaran.
Wezareta Pêşmerge rohn jî kir ku tevî wê yekê jî, bicihanîna vê biryarê ne neçarî ye û tiştekî bi daxwaza kesan e; pêdivî ye karmend an efser bi xwe daxwaznameya fermî pêşkêşî saziya xwe bike.
Li ser veguhastina xizmetê, biryar cudahiyê dixe navbera sektoran; bi awayekî ku ew kesên ku xizmeta wan ji hêzên leşkerî û ewlehiyê bo pişka sivîl hatiye veguhastin an jî tê veguhastin, hesabkirina "salek bi du salan" wan venagire. Lê ew karmend û efserên ku mîlaka wan di navbera saziyên leşkerî û ewlehiyê yên wekî Pêşmerge, Navxwe û Asayîşê de tê veguhastin, mafê hesabkirina xizmeta wan bi "salek bi du salan" ji bo wan tê parastin.