Parlamena Almanyayê xelata mirovî pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) di 21’emîn salvegera damezrandina xwe de, ji ber xebat û projeyên xwe yên mirovî, ji aliyê Parlamena Almanyayê ve hate xelatkirin.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed îro 6ê Tîrmeha 2026an di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, Parlamena Almanyayê wekî rûmetdarkirina çalakiyên mirovî yên dezgehê, "Xelata Rêzgirtina Mirovî" daye wê.

Mûsa Ehmed jî got: "Di dema pêş de, Wezîrê Geşepêdanê yê Almanyayê dê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike. Armanca vê serdanê amadekirina zemînekê ye ji bo hevahengiya zêdetir. Ji bo me ev gaveke gelekî giring û bi nirx e."

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bal kişand ser giringiya vê xelatê û destnîşan kir, ev rêzgirtina Parlamena Almanyayê, nîşana baweriya civaka navdewletî ye bi kar û projeyên mirovî yên ku dezgeha wan li seranserî herêmê encam dide.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku di sala 2005’an de hatiye damezrandin, wekî saziyeke mirovî ya nehikûmî li Herêma Kurdistanê û gelek deverên cîhanê alîkariya penaber, koçber û kesên hewcedar dike.