Saziyên sivîl: Tevî kêmasiyên wê bo çareseriya pirsa kurd, em piştgiriya yasayê dikin

Diyarbekir (K24) – Saziyên sivîl li Diyarbekirê bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe bo yasaya çarçoveyî ya pêvajoyê ji raya giştî re ragihandin. Nûnerên saziyên sivîl amaje kirin ku divê yasaya ku derkeve, yasayek giştgir be û her wiha bal kişandin ku bi danîna çekan an jî tenê bi yasayekê pirsa kurd çareser nabe û divê yasayên nû jî werin derxistin û nasnameya kurd were nasîn.

Li Diyarbekirê bi beşdariya Baroya Diyarbekirê, Komeleya Mafên Mirovan, Dayîkên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz û Tevgera Jinên Azad derbarê yasaya çarçoveyî ya pêvajoyê de daxuyaniyek hevpar bo çapemeniyê hat dayîn. 

Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku yasaya pêvajoyê gaveke girîng e û divê piştgiriya wê were kirin. Beşdarên daxuyaniyê anîn zimên ku hêviya wan ji yasaya pêvajoyê ew e ku hemû alî sûdê jê werbigrin û rêya aştiyeke mayînde bide vekirin.

Cîgira Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Suzan Mamedoglu ji Kurdistan24ê re got: “Em dixwazin kesên di zindanan de ne serbest werin berdan, kesên derveyî welat in vegerin welat û kesên serê çiyan e jî bikaribin bi awayeke azad werin tevlî civakê bibin û jiyana xwe di nava civakê de bimeşînin.”

Nûnerên saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê amaje kirin ku divê jin di pêvajoya çareseriyê de roleke aktif bilîzin û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin. Dayîkên aştiyê jî anîn zimên ku çareseriya pirsa kurd bi nasîna mafên rewa yên kurdan pêkan e.

Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Muruvet Demîr dibêje: “Ji xwe doza me nasîna zimanê kurdî û nasîna nasnameya kurd e, em hêvî dikin ji vê yasayê encamên erênî derbikevin.”

Nûnerên saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê dibêjin her çiqas kêmasiyê wê hebin jî, ji ber ku rê li ber çareseriyê vedike ew piştgiriya yasaya pêvajoyê dikin lê bo çareseriyeke mayînde divê nasname û zimanê kurdî were nasîn.