Hiqûqnas: Yasa bo endamên PKKê yên tevlî şer nebûne ye
Diyarbekir (K24) – Hurgiliyên Yasaya Pêvajoyê hêdî hêdî aşkere dibin û di derbarê naveroka yasayê de jî hiquqnas balê dikêşin ku yasa çiqasî berfireh û giştigr be, dê ewqasî çareseriyek berfireh bi xwe re bîne, lê eger di yasayê de valahî hebin an jî sûdê nede hemû aliyan, dê di pêvajoya cîbicîkirina yasayê de pirsgirêk derbikevin holê. Li gorî zanyariyên derbarê naveroka yasayê de hatine parvekirin tê amajekirin ku dê yasayek demkî be û bi taybetî dê li ser hilweşandina PKKê were sazkirin.
Yasaya çarçoveyî ya pêvajoyê piştî nîqaş û nirxandinên dirêj û berfireh gihîşt parlementoya Tirkiyeyê û navek jî li yasayê hat kirin ku wê wek yasaya Xurtkirina Yekbûna Civakî û Hevgirtina Neteweyî were bilêvkirin. Yasaya çarçoveyî bi taybetî bo xwefesihkirina PKKê hatiye amadekirin û wê yasayek demkî be û li gorî şert û mercan eger pêwîst were dîtin wê were dirêjkirin jî.
Siyasetmedarên desthilatê dibêjin ev yasa ne yasaya lêborînê an jî yasayek takekesî ye. Hiqûqnas jî balê dikêşin divê yasa zemîna çareseriyê xurt bike û rê li ber pêxistina pêvajoyê vebike.
Hıquqnas Sitkî Zîlan ji Kurdistan24ê re got: “Divê li gorî beriya komarê dema ku hebûna kurdan nedihat redkirin be, zimanê me erdnîgariya me nasnameya me divê were nasîn. Hema bêjin tu terorîst bû û em te efû dikin wisa nabe. Navê gund û bajarên me divê vegerînin.”
Di warê cîbicîkirina yasaya pêvajoyê de hem Serokomariya Tirkiyeyê û hem jî parlementoya Tirkiyeyê wê roleke aktif bilîzin ku di bin serokatiya Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz de wê Lijneya Hevahengiyê û di Parlementoya Tirkiyeyê de jî wê Komîsyona çavdêriyê were avakirin ku hiquqnas dibêjin ev pêşhat girîng in û bo nîşandana ciddîyeta dewletê jî hêja ne.
Hiqûqnas Dara Akar dibêje: “Ji ber ku gavek şênber e girîng e, ev ne yasaya çareseriya pirsa kurd e, ev yasaya hilweşandina PKKê ye, bo çareseriya pirsa kurd sebir lazim e, piştî yasa derkeve û çek bi temamî ji holê rabin, rêya çareseriya pirsa kurd a demokratîk vedibe.”
Hiquqnas balê dikêşin ku ji ber ku gavek şênber û hiquqî ye girîng e, eger baş were cîbicîkirin wê rêya yasayên nû jî vebike ku dawiya dawî divê bo nasîna ziman û nasnameya kurd jî gav werin avêtin.