Li Diyarbekirê di germahiya dijwar de hemal karê xwe didomînin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê pileyên germê ji 40î derbaz dibin û di bin vê germahiyê de welatiyên ku neçar in bo nanek bibin mala xwe pîşeyên giran dikin hene. Mehmet Kaya jî yek ji wan kesan e, ku bi salan e hemaliyê dike. Mehmet Kaya dibêje barê debara malbatê ser milê wî ye û tevî pirsgirêkên tenduristiyê, ew neçar e vî karê giran bike.

Li Diyarbekirê di mehên havînê de bi bilindbûna pileyên germê re, karkerên hemaliyê dikin  li bin tava dijwar a ku digihêje ser 40 pileyî, neçar in karê xwe bidomînin. Tevî hemî zehmetî û germahiya ku nefesê diçikîne jî, karkerên hemal her roj serê sibê zû dest bi xebatê dikin û heta êvarê ji bo pariyek nanê helal dişixulin. Mehmet Kaya jî yek ji wan kesan e ku bi salan e vî karê giran dike û dibêje tevî hemî giranî û zehmetiyan dîsa jî ew dahatek berketî bi dest naxe.

Mehmet Kaya yê hemal ji K24ê re got: “20 sal zêdetir e ez vî karî dikim, ez hemaliyê dikim, 10 zarokên min hene, ji bo debara wan ez neçar im bişixulim. Kar jî nabe, roj heye ez qet kar nakim, carcaran rojane 1000 lîre an jî 1500 lîre dikeve destê min. Têra me nake.”

Ev karkerên ku ji bo debara malbata xwe di şertên herî dijwar de barên giran hildigirin, rûbirûyê metirsiya nexweşiyên giran jî dibin ku hemalî bûye sedem Mehmet Kaya ji gurçikek xwe bibe û niha %70 astengdar e.

Mehmet Kaya dide zanîn ku piştî demekê mûçeyê wî yê astengdariyê jî hatiye birrîn û her wiha zarokên wî jî nekariye perwerdehiya xwe bidomînin.  Mehmet Kaya niha tevî hemî zehmetî û astengiyan karê xwe didomîne lê mitala wê yekê dike ku di pêşerojê de dema êdî were wê astê ku nekaribe barê xelkê hilgire wê çawa bikaribe ji bin barê debarê derbikeve.

Mehmet Kaya herwesa ragihand: “Ev kar bo tenduristiya min jî zirar e. Gurçikek min nîne, gurçikek min jê kirine, 4 sal berê gurçikek min jê kirin. Ez %70 jî astengdar im, mûçeyê min hebû lê ew jî hat birrîn. Sîgortaya min jî nîne.”

Îsal li Diyarbekirê di meha 1ê de pileya germê heta di bin sifirê de -17 pileyî jî daket, niha jî pileya germê 40 e. Lê Mehmet Kaya neçar e nanek bibe mala xwe.”