Hewlêr.. Projeya "Sînema û Cemawer" careke din dest bi çalakiyên xwe dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya hunerî ya "Sînema û Cemawer", piştî rawestandineke demkî, careke din li Hewlêrê dest bi çalakiyên xwe dike û heftane fîlmên sînemayî yên kurdî û biyanî bêberamber ji bo cemawerê sînemayê tên nîşandan.

Rêveberê Sînema û Şanoyê yê Hewlêrê Şaxewan Mistefa îro 24ê Mijdara 2026an, ji Kurdistan24ê re ragihand, ev proje ji aliyê Rêveberiya Sînema û Şanoyê ya Hewlêrê ve û bi hevbeşî û piştgiriya Parêzgeha Hewlêrê tê birêvebirin.

Herwiha da zanîn ku piştî werzê yekem ê serkeftî û rawestandineke duhefteyî ji ber bûyera xwezayî, ew careke din dest bi çalakiyan dikin û yekem fîlma vê gerê jî dê fîlmê "Mala Nene" be.

Derbarê fîlmê "Mala Nene" de, Şaxewan Mistefa diyar kir ku ew berhemeke komîdî û malbatî ye, ji derhênana Mihemed Mistefa û berhemanîna Bahoz Nesredîn e. Tekez jî kir ku naveroka fîlm ji aliyê derûnî ve hatiye nirxandin û ji bo temaşekirina malbat û zarokan guncaw e.

Armanca projeyê pêşxistina çanda sînemayê, bihêzkirina peywendiya di navbera sînemakaran û cemawer de û nasandina berhemên navxweyî û biyanî ye. Di çarçoveya projeya "Sînema û Cemawer" de, her roja Çarşemê li Împayir Sînemaya Hewlêrê fîlmên sînemayî bêberamber tên nîşandan.