Dadweriya Iraqê: Bi hevahengiya Herêma Kurdistanê bi milyonan dolar û zêr hatin bindestkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Lêkolînê ya Navendî ya Berhingarbûna Gendeliyê ya Iraqê bi hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê ragihand ku wan destê xwe danaye ser zêdetirî 20 milyon dolaran û 60 kîlogramên zêr, di dosyeya gendeliyê ya Wekîlê Wezîrê Petrolê bo Karûbarên Parzinîngehan de.
Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê îro Yekşemê, 16ê Tebaxa 2026ê, belav kir ku dadwerê lêkolînê di Dadgeha Tawanên Navendî ya Berhingarbûna Gendeliyê de, bi hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê, rêkarên qanûnî yên tund di dosyeya tohmetbar Wekîlê Wezîrê Petrolê bo Karûbarên Parzinînngehan Ednan Cumeylî û kesên tevlîbûyî yên ligel wî de bi cih anîne.
Di vê çarçoveyê de û di encama şopandina wan de, bo destbiserdagirtina wî sermayeyê ku di hederkirina projeyan de hatibû bidestxistin, dest bi ser 20 milyon û 340 hezar dolarên Amerîkayî û 200 milyon dînarên Iraqî de hat girtin, zêdebarî vegerandina 60 kîlogramên zêr û destbiserdagirtina 7 timbêlan.
Di wê daxuyaniyê de behsa wê yekê jî hat kirin ku lêkolîn berdewam in û peyrewkirin bo gihîştina bi tevlîbûyiyên din hene, rêkarên qanûnî jî li dijî wan berdewam in.
Piştî girtina Wekîlê Wezîrê Petrolê bo Karûbarên Parzinîngehan Ednan Cumeylî û piştî lêkolîn û mikurhatinên wî, navê bi dehan berpirs û endamên Parlamentoya Iraqê eşkere kirine ku tevlî di dizîna samanê giştî bûne.
Li serê sibeha 28ê Xazîrana 2026ê, helmeteke berfireh û zêe li dijî gendelakaran hat destpêkirin, ku tê de bi dehan endamên parlamentoyê, berpirs û serokên partiyan bi tohmetên girêdayî gendeliyê hatin girtin.
Berê jî dadgehê destbiserdagirtina zêdetirî 100 milyar dînaran û bi dehan milyon dolaran û bi dehan kîlogramên zêr ên girêdayî vê dosyeyê ragihandibû.