Dewleta Qanûnê pêşniyareke nû bo hêzên Amerîkayê û komên çekdar pêşkêş dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Havpeymaniya Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî pêşniyareke nû ji bo geşkirina derfeteka baweriyê pêşkêş kir, ku li gorî wê daxwaz dike dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê û dosyeya kontrolkirina çekan û hilweşandina komên çekdar ji hev bên cudakirin.
Çavkaniyekê ji nav Çarçoveya Hemahengiyê eşkere kir ku Havpeymaniya Dewleta Qanûnê bi serokatiya Nûrî Malikî pêşniyareke nû pêşkêş kiriye, ji bo cudakirina dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê û dosyeya kontrolkirina çekan û hilweşandina komên çekdar.
Ev pêşniyar niha di qonaxa lêkolînê de ye û armanc jê çêkirina atmosfereka bawerî û piştrastiyê ji bo komên çekdar e. Ev jî bi rêya diyarikirina heyameka demkî di navbera vekişîna hêzên biyanî û piroseya komkirina çekan de dibe, bi taybetî aliyên siyasî 30ê Îlona 2026ê wekî jivanê dawiyê ji bo vegerandina çekan bo bin desthilata dewletê diyar kiriye.
Her wiha piroseya vekişîna hêzên Amerîkayî li gorî wê bernameya demkî ya ku li sala 2024ê ligel Waşintonê lihevkirin li ser hatiye kirin bi rê ve diçe. Biryar e heta dawiya Îlona 2026ê hemî qonax bi tevahî bi dawî bibin.
Niha dosyeya çekdaran yek ji hestiyartirîn mijarên beranberî Hikûmeta Iraqê ye, Bexda tekez dike ku hêzên ewlehiyê gihîştine astekî bilind di karînên xwe de û dikarin bêyî alîkariya rasterast a hevpeymanan berpirsiyariya ewlehiyê û peydakirina paşmayiyên DAÎŞê werbigirin.
Piştî sala 2014ê û çêbûna Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şerê li dijî DAÎŞê, bi hezaran leşkerên Amerîkayî û welatên din li Iraqê hatin cîgirkirin. Ligel ragihandina serkeftina li ser wê rêxistinê di sala 2017ê de, daxwazên aliyên siyasî, bi taybetî komên nêzîkî Çarçoveya Hemahengiyê, ji bo vekişîna wan hêzan zêde bûn.
Di sala 2024ê de, Bexda û Waşîntonê dest bi danûstandinên fermî kir, ji bo diyarikirina bernameyeka demkî bi merema bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî û guhartina peywendiyan bo peywendiyên dualî.
Her wiha pirsa kontrolkirina çekên li derveyî desthilata dewletê û têkelkirin an hilweşandina komên çekdar yek jî ji sozên sereke yên Serokwezîrê nû yê Iraqê Elî Zeydî bûye.