Serok Barzanî tekezî li ser tebayî û biratiyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Sekreteriya Serok Barzanî peyameke spasdarî û pêzanînê belav kir. Sekreteriyê li gel pîrozbahî li gelê Kurdistanê, spasiya hemû wan kesayet, aliyên siyasî, dostên biyanî, dîplomat, pêkhate, rêxistin û rojnamevanan kir ku li hundir û derveyî welat bi helkefta salvegera damezrandina partiya wan û salvegera ji dayikbûna Serok Barzanî, peyamên pîrozbahiyê araste kirine.

Deqa spasnameya Sekreteriya Serok Barzanî:

Bi helkefta derbasbûna heştê salan bi ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê de, li gel pîrozbahiyên me ji bo gelê Kurdistanê, em spasiya hemû wan kesayet û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Iraq, parçeyên din ên Kurdistanê û her wiha kesayetên olî, dostên biyanî û dîplomatan, pêkhateyên olî û neteweyî, kesayetên civakî û serokeşîrên Iraq û Kurdistanê, rêxistinên civaka medenî, akademîsyen, rewşenbîr û nivîskar, dezgehên ragihandinê û medyakaran û hemû wan delalên li hundir û derveyî Kurdistan û Iraqê dikin ku bi rêya şandina peyam, têkiliyên telefonî, daxuyanî, gotar û nivîsan, bi helkefta salvegera damezrandina PDKê û salvegera ji dayikbûna Serok de, pîrozbahiyên xwe arasteyî Cenabê Serok Mesûd Barzanî kirine.

Cenabê Serok pêzanîna wî ji bo ruhê biratî, dostanî û hevsoziya wan heye; hêvîdar e ev helkeft bibe derfeteke nû ji bo bihêzkirina ruhê tebayî û biratiyê û hewildana her kesî ji bo parastina berjewendî û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê.

Em hêviya xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê û hemû Iraqê, û aştî û aramiyê jî ji bo herêmê û cîhanê dixwazin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê
Sekreteriya Serok